Enqere
Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji bo pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane bêne çareserkirin û ji bo lidarxistina Konferansa Netewî ya Kurdan bi Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî û Serokomarê Iraqê Celal Telebanî re hevdîtin pêk bîne.
Ahmet Turk û Aysel Tugluk di nîvê meha tîrmeha îsal de çûbûn paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî re hevdîtin pêk anîbû.
Hate ragihandin ku di rojên pêş me de wê hevserokên KCD'ê biçin Başûr, pêşniyarên xwe yên zelal pêşkêşê Barzanî bikin û di derbarê konferansa netewî de danûstandinê bikin.
Turk û Tugluk wê ji aliyê Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ve jî bêne pêşwazîkirin.