Diyarname
Xelatên Oscarê hatin belavkirin. Fîlmê bi navê "The King'S Speech' Xelata Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî û Lîstikvanê Herî Serketî girt û mora xwe li şevê da. Lîstikvan Natalia Portman jî di warê Lîstikvana Herî Serketî de xelat girt.
Xelatên herî bi prestîj ên cîhana sînemayê Oscar îsal jî hatin belavkirin. Ji bo xelatdayînê li Şanoya Kodakê ya li Los Angelesa DYA'yê merasimeke hate li dar xistin. Merasim wekî her sal bi meşa li ser Berika Sor dest pê kir.
Şeva ku pêşkêşvaniya wê James Franco û Anne Hathaway kir, di warê xelatan de jî pêşî Tom Hanks navê kesên bi ser ketine eşkere kir.
Fîlmê "The King's Speeh' ku li Tirkiyeyê bi navê "Zoraki Kral" ketiye vîzyonê di 12 waran de berendam bû. Fîlm di warê Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Lîstikvanê Herî Serketî û Senaryoya Orjînal a Herî Serketî de xelat girt û bû delaliyê ber dilê şevê. Di warê mêran de Colin Firt Xelata Lîstikvanê Herî Serketî û Natalie Portman jî xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Fîlmê "The Social Network/ Tora Civakî" ku ew jî digel "The King's Speech" ji bo Xelata Fîlmê Herî Serketî wekî favorî dihat nîşandayîn lê wî fîlmî bi xelatên "Senaryoya Lêanînî ya Herî Serketî" û "Muzîka Herî Serketî" îdare kir.
FîlMê "Inception" di warê teknîkê de hemû xelat girt, lê fîlmê "True Grit" ku herî zêde ew di gelek waran de berendam bû di tu waran de jî xelat negirt.
Di warê "Fîlmê Biyanî" de jî ji Danîmarkayê fîlmê bi navê "In a Better World" girt.
Vaye yên xelat girtin:
- Derhênerê Herî Serketî: Tom Hooper (The King's Speech)
- FîlMê Herî Serketî: The King's Speech
- Lîstikvanê Herî Serketî: Colin Firth (The King's Speech)
- Lîstikvana Herî Serketî: Natalie Portman (Black Swan)
- Lîstikvanê Duyemîn yê Herî Serketî: Christian Bale (The Fighter)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Melissa Leo (The Fighter)
- Senaryoya Lêanînî ya Herî Serketî: Aaron Sorkin (The Social Network)
- Senaryoya Orjînal ya Herî Serketî: David Seidler (The King's Speech)
- Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî: In a Better World (Danîmarka)
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Inception - Wally Pfister
- Derhênerê Hunerê yê Herî Serketî: Alice in Wonderland - Robert Stromberg, Karen O'Hara
- Anîmasyonê Herî Serketî: Toy Story 3
- Belgefîlmê Herî Serketî: Inside Job
- Anîmasyonê Herî Serketî (Kurte anîmasyon): The Lost Thing
- Belgefîlmê Herî Serketî (Kurte belgefîlm): Strangers No More
- Kurtefîlmê Herî Serketî: God of Love
- Muzîka Herî Serketî: The Social Network, Trent Reznor û Atticus Ross
- Strana Herî Serketî: Randy Newman, If I Rise - 127 Hours
- Efekta Dîtbarî ya Herî Serketî: Inception, Paul Franklin, Chris Corbould, Andrew Lockley û Peter Bebb
- Vesazkirina Herî Serketî: The Social Network Angus Wall û Kirk Baxter
- Mîksa Deng ya Herî Serketî: Inception, Lora Hirschberg, Gary A. Rizzo û Ed Novick
- Montaja Deng ya Herî Serketî: Inception, Richard King
- Makyaja Herî Serketî: The Wolfman, Rick Baker û Dave Elsey
- Kincên Herî Serketî: Alice in Wonderland, Colleen Atwood

Lîstikvan Anna Hathawey ku pêşkêşvanî kir showek jî kir. Ji bo vê çend caran kincên xwe jî guhart.

Colin Firth di fîlmê "The King's Speech" de rola xwe baş bi cih anî û Oscar heq kir.

Çar lîstikvanên ku xelata Oscarê girtin.

Xelatgirên Oscarê.
Fragmana fîlmê Herî Serketî: The King's Speech


