Diyarname
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global dest pê kir û heta 27'ê mehê li dor 100 fîlmî bê pere online pêşkêş dike.
Bi navê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Global wekî online edisyon 16'ê mehê dest pê kir û heta 27'ê mehê didome. Fîlmê bê pere têne nîşandayîn û yên bixwazin lê temaşe bikin navê xwe qeyd bikin bes e.
Ji gelek parçeyên kurdan li dor 100 fîlm û belgefîlmî di nav bernameyê de cih girtiye. Gelek festîvalên kurdî yên li bajarên cur bi cur têne lidarxistin piştgirî daye vê xebatê û bi vî awayî bernameyeke berfireh hatiye amadekirin. Pêşengiya festîvalê FFKL (Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê) dike.
Amadekarên festîvalê wekî mijara bingehîn a îsal "Kurdistana Min" hilbijartiye û wisa gotine: "Ji bo ku ji naveroka xwezayî ya îsal re bibe bersiv, temaya vê festîvalê wekî Kurdistana Min hatiye hilbijartin. Sînemaya Kurd di van çend dehsalên dawî de zêde pêşketiye. Lê tevî vê pêşketinê jî filmên hatîn çêkirin û hûnera heyî têra xwe derneketiye pêş û nehatiye temsîl kirin, her wiha gihaştina van filman pir zehmet bûye û gelek kesan nekariye qet hinek ji wan filman temaşe bikin. FFKL bi 11 festîvalên hatîn li dar xistin bênavber hewldaye ku balê bikişîne ser sînemaya Kurd."
Di festîvalê de li aliyek kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj ên kurdî yên nû têne nîşandayîn, li aliyê din Di 20 Salên Dawî de Fîlmê Herî Serketî yê Sînemaya Kurdî tê hilbijartin.
Di çarçoveya festîvalê de di van xalan de dê xelat bêne belavkirin:
- ROJAZER Fîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî
- Xelata Mehmet AKsoy a Belgefilmê Herî Serketî
- Xelata Yilmaz Guney a Kurtefîlmê Herî Serketî
- Xelata Rûmetî ya FFKL'yê
- Xelata Kurtebelgefîlmê Herî Serketî
- Xelata Lîstikvana Herî Serketî
- Xelata Lîstikvanê Herî Serketî
Ji bilî van dê Fîlmê Herî Serketî yê Sînemaya Kurdî ya 20 salên dawî bê hilbijartin.
Ji bo agahiyên zêdetir:
https://www.globalkurdishfilmfestival.com/