Diyarname
Ferhenga navincî ku ji aliyê Zana Farqînî ve hatibû amadekirin çapa xwe ya nû kir.
Zimanzan Zana Farqînî di sala 2000'î de ferhenga mezin amade kir û ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Di ferhengê de 32 hezar serê madeyê, bi giştî 60 hezar peyv hebûn weşand. Paşê Farqînî ev xebata xwe firehtir kir û di sala 2004’an de jî wekî Ferhenga Mezin a Kurdî "Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî" amade kir û weşand. Di vê ferhengê de jî 166 hezar made hebûn. Piştî vê di sala di sala 2007’an de Farqînî ferhengek Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî ya navîncî amade kir û ev jî ji nav Weşanên Enstîtuya Stenbolê derket. Ji ferhenga mezin cudatir ev ji bo di çenteyan de bikaribin bigerinîn, Lê binêrin û jê sêde bigirin hat amade kirin. Ji wê rojê de heta niha ferhengê çend çapên nû kirin û giha ber destên xwendevanan. Niha jî bi çapa xwe ya nû li pêşberî kurdîhezan e.
Di vê ferhengê de di beşa kurdî-tirkî de 29 hezar û 600 made û 500 jî berdewamiya madeyan hene. Di beşa tirkî-kurdî de jî 23 hezar û 250 made û 9 hezar û 500 jî berdewamiya madeyan hene.
Yên bixwazin dikarin ji Komeleya Lêkolînên Kurdî ku navenda wê li Stenbolê ye û ji belavkarên pirtûkan vê ferhengê bi dest bixin.
Ji bo têkilî:
komelekurdi2017@gmail.com Tel: (0212) 621 8200
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.