Diyarname
11 lîstikvanên Real Madrîdî li hemberî 109 kesî lîst. Li dinyayê we li maçeke wisa temaşe nekiriye.
Tîma Spanyayê Real Madrid ku li Çînê amadehiya sala nû dike şanenava xwe avêt bin organîzekirine nû. Real Madrid ku 109'emîn sala xwe pîroz kir, di vê çarçoveyê de bi tîma 109 zarokên çînî pêk tê re maçeke lîst.
Di maçê de dîmenên balkêş derketin holê. Dema gop digihîşt lîstikvanekî Real Madrîdî hema bibêje bi dehan "listikvanên hember" diketin dû, lê ev hewldanan wan jî têre nekir û Real Madridê 2-0 maç bi dest xist. Serokê Real Madridê Florentino Perez, rêveberên tîmê û gelek çîniyan li maçê temaşe kir.
Vaye ji wê maçê hin dîmen:


