LUQMAN GULDIVE
Pirtûka bi navê "Kampf um Kobanê: Kampf um Zukunft des Nahen Ostens" (Şerê ji bo Kobanî: Şerê ji bo Siberoja Rojhitana Navîn) bi almanî destpêka vê mehê ji Weşanên Edition Assemblage derket. Pirtûk bi gotarê serketî behsa Tevgera Rizgariya Kurd, aktorên wê yên sereke û cihê wê di şerê siyasî û leşkerî yê li Rojhilata Navîn minaqeşe dike.
Îsmaîl Kupeli derhênana pirtûkê kiriye û bi nivîseke têr agahî a Sebahattin Topçuoglu li ser kurd, Kurdistan û rewşa wan a siyasî û têkoşîna wan li Tirkiye, Iraq, Sûrî jî destpêkeke giştî pêşkêşî xwendevanan dike û dema vê dike "bêdewletbûnê" derdixe pêş. Nivîsa li ser Şoreşa Rojava ya Ulf Petersen e ku qismî teng maye ji ber negihîştine çavkaniyên bi erebî dibe ku sedem be. Dilar Dirik, Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinê analîz dike û têra xwe ji hevpeyvîn û hevdîtinên xwe yên li Rojava û îdeolojiya azadîxwaz a jinê sûde werdigire. Lokman Turgut li ser dîroka PKK'ê û xeta stratejiya şoreşgerî wekî xeta şopandina sereke ji bo fêmkirin û analîzkirina stratejî, armanc û siyaseta PKK'ê pêşniyaz dike.
Qedexeya PKK'ê li Almanyayê
Christian Jakob jî di çarçoveya hevgirtina navneteweyî li Almanyayê de radihêje PKK'ê; ji desteka Almanyaya Federal a bi Tirkiyê re di salên 90'î de heta roja îro, sedemên alîgiriya PKK'ê ya muhtemel di nava derdorên alternatîf, çepgir û înternasyonalîst di nava minaqeşeya Jakob de cihê xwe digirin. Gotara kollektîf a Alp Kayserlioglu, Guney Işikara û Maks Zirngast li AKP'ê dikole wekî hegemoniya nû ya malî û nakokiyên di nava wê de; dema vê dike jî AKP û "pirsa Kurd" jî minaqeşe dike. Gotara Fatma Umul jî bêhtir li ser berxwedana derveyî parlemenê ya li Tirkiyeyê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk radiweste û wekî mînak jî radihîje "Protestoyên Geziyê".
Gijola aktorên li Sûriyê û nasnameyên li Kurdistanê
Hannah Wettig berê xwe dide aktorên li Sûriyê û muxalefeta rejîmê û alîkar dibe bi xwendevanan re da ku karibin vê gijola tevlihev hinekî ji nav hev derxin. Elke Dangeleit û Hans-Gûnter Kleff jî di gotara xwe de nasnameyên dînî di bin navê "hindikahiyên" dînî yên li Kurdistanê de didin nasîn û îşaret bi pirsgirêkên wan ên hebûn û xwebûnê dikin.
Dijberê şoreşê DAIŞ
Wekî dijberê Tevgera Rizgariya Kurd û îdeolojiya ku bi temamî nakokane ye pê re, DAIŞ mijara du gotarên dawî yên pirtûkê ye. Atilla Steinberger li îdeolojiya DAIŞ'ê dikole û îşaret pê dike ku dîn wekî pêkhênera nasnameyê ji nava civatên Îslamî qet kên nebûbû. Jean Rokbelle li awayê rêxistinbûyîna wê dinihêre û radihîje mijara pêkanîna desthilatdariyê bi amûrên dewletî di nava DAIŞ'ê de.
Nabe ku minaqeşeya înternasyonalîzmê timî ji sifirê destpê bike
Berhevkarê pirtûkê di pêşgotina xwe de îşaret bi tevlîhevbûna mijarê dike; li gorî wî li aliyekî pirsa şîdetê di dîmensiyoneke nû de: bipêşdeçûna DAIŞ'ê bi tenê bi çalakiyên fedayî û alîkariya hêzên hewayî ya Amerîkî mimkûn dibe û li aliyê din li ber çepa rojavayî pirsa hevgirtin û piştgiriyê heye. Kupeli dibêje, kêmasiyek e ji bo çepa rojavayî ku minaqeşeyên piştgirî û înternasyonalîzmê her cara ku mjarek aktuel e digire dest û paşê ji bîr dike û dema dîsa mijareke piştgiriyê derdikeve holê dîsa ji sifirê dest bi minaqeşeyên xwe dike. Kupeli gotarên di vê pirtûkê de wekî beşeke erênî di berdewamîkirina minaqeşeyên înternasyonalîzm û piştgiriya navneteweyî de dibîne di çarçoveya Kurdistan û Rojhilata Navîn de.
Pirtûk Şerê ji bo Kobanî û Rojava wekî xaleke navendî ya minaqeşe û miameleyên bi Rojhilata Navîn re dinirxîne ji ber ku hema hema tevahiya aktorên siyasî yên herêmê bi rengekî di nava vî şerî de cihê xwe girtine. Pirsa sereke a pirtûk dike jî ew e, ka gelo “Şoreşek dikare xwe bi şer biparêze yan jî şer û minasebeteke eskerî ji bo her şêwazê projeyên azadker mirin e?” Û hewl dide bi gotarên cihê bersiva vê pirsê bide.
Yeni Ozgur Polîtîka