Qamişlo
Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) a 5'emîn roja 23'yê mehê bi diruşma “Ragihandina pîşedar mîsogeriya guhertina ber bi çavkiyê ve ye” li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê li dar ket.
Piştî hilbijartina dîwarê rapora YRA ya du salan hat xwendin û nirxandin hatin kirin. Dûre rêziknameya YRA'yê hat xwendin, nîqaş çêbûn û hin guhartin têde hatin çêkirin. Herî dawî jî hilbijartin li dar ket. Di hilbijartinê de Evîn Yûsif û Bengîn Seydo ji bo dewreya duyemîn a hevserokatiyê YRA'yê hatin hilbijartin. Her wiha 17 endamên meclisa giştî ya nû ya yekîtiyê jî hatin hilbijartin.
ANHA


