Amed
Mizgefta Mezin a Amedê, bi navê xwe yê din Ulu Cami ku niha tê restorekirin, di dema restorekirinê de agir pê ket.
Mizgefta Mezin ku ev demekê ye têde restorekirin tê kirin îro saet 14.00'an de ji ber sedemeke ku hê nehatiye diyarkirin agir pê ket. Agir ji nişke ve gur bû û tîmên agirkujiyê hatin di demeke kurt de agir temirandin.
Li ser bûyerê lêpirsîn hate dest pê kirin û hate îdîakirin ku ji ber madeyên kîmyewî yên li bexçeyê mizgeftê şewat pêkhatiye.
Xebata restorekirinê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Weqfan ve tê bi rê ve birin.
Mizgefta Mezin a Amedê wekî 5'emîn Harem-î Şerîf a Misilmanan tê hesibandin. Mizgeft berî ku Hz. Omer Amedê bi dest bixe dêr bû û piştî artêşa Hz. Omer ket Amedê û heta niha wekî Mizgeft tê bikaranîn. Berê jî du caran agir si Mizgeftê ketibû.
Li Tirkiyeyê di dema restorekirinê de derketina şewatê tiştek balkêş e. Berî niha bi demekê dema Gara Haydarpaşa a Stenbolê dihat restorekirin jî agir pê ketibû û beşek jê şewitî bû.