Sînema di bin stêrkan de tê temaþekirin
Amed
Þaredariya Kayapinarê ku ev çend sal in bi navê "Di bin stêrkande temaþekirina li fîlman" daye dest pê kirin îsal dîsa li parkan, di bin stêrkan de fîlman nîþan dide.
Çalakî ev 6'emîn sal e li dar dikeve. Di vê çarçoveyê de hefteyê çend roj li parkan fîlm têne nîþandayîn.
Li gor bernameyê roja çarþemê li "Parka Eko", roja pêncþemê li parka "8 Mart", roja înê li parka "Gaziler a Dewrêþê Evdî" û roja þemiyê jî li parka "Ahmet Arif" a ku li Huzurevlerî ye.
Di vê çarçoveyê de dê fîlmên "Du ziman û baholek", "Beynelminel", "Babam ve oglum (Bavê min û kurê min)", "Dondurmam kaymak", "Gitmek (Çûyîn)", "Son cellât (Celladê dawî)" û "O da beni seviyor (Ew jî ji min hez dike"", her wiha fîlmê "Agit (Þîn)" ê Yilmaz Guney ku bi kurdî dublaja wî hatiye kirin.