Diyarname
Ji bo 23'yemîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê dema serîlêdanê dest pê kir.
Ev festîvala kurtefîlman ji sala 2004'an ve ji bo piştgiriya sînemaya serbixwe tê lidar xistin. Festîval di bin kuratoriya Senem Erdine de îsal wê li dar dikeve. Yên bixwazin heta 11'ê berfanbara 2026'an dikarin berhemên xwe bişînin.
23'yemîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê wê di navbera 16-24'ê adara 2027'an de li dar bikeve û fîlmên hatine hilbijartin bêne nîşandayîn. Di dawiyê de jî yên bi ser bikevin dê bêne xelatkirin.
Di çarçoveya festîvalê de beşa "Pêşbaziya neteweyî", "Pêşbaziya navneteweyî", "Pêşbaziya Forum Senaryoyê" û "Pêşbaziya Kurtefîlman a Jîrekên Nû" heye
Her sal bi sedan kurtefîlm di vê festîvalê de têne nîşandayîn. Di van salên dawî de hema hema her sal kurtefîlmên derhênerên kurd jî di vê qadê de hatine nîşandayîn. Di sala 2025'an de (Festîvala 21'emîn de) derhêner Mahsum Taşkin bi kurtefîlmê xwe yê bi kurdî "Garan" Xelata Mansiyonê girtibû
Ji ber îdîayên li ser derhênerê festîvalê Selim Evci, Akbankê îsal festîval (Festîvala 22'yemîn) betal kir û li dar nexist. Dîzaynkar Yaprak Civan îdîa kiribû ku di sala 2018'an de Evci ew tacîz kiriye. Li ser vê MUBI fîlmê Evci ji platformê rakiribûn, Akbankê jî festîval betal kiribû. Li aliyê din Selim Evci îdîayên Civan red kiribûn.


