Li Eskîşehîrê xwendekarên kurd çalakiyeke li dar xistin û xwestin beşa Kurdolojiyê bê vekirin.
Di çarçoveya çalakiyên ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî ya TZPKurdî de vê carê li Eskîşehîrê çalakiyeke li dar ket. Bi qasî 150 xwendekarên ku li Eskîşehîrê dixwînin li ber Yurda Zanîngeha AnadolU ya Eskîşehîrê hatin cem hev, diruşmên "Xwedî li rûmeta xwe derê", "Bê ziman jiyan na be", "Bijî biratiya gelan", "Em zimanê dayika xwe dixwazîn","Şervanên zîman", "Zîmanê me rumeta me ye" ,"Em zimanê perwerdî dixwazîn" avêtin û heta ber Mîgrosê meşiyan.
Xwendekara da zanîn ku li zanîngehan kusiyên farisî, erebeî, sumerî û gelek zimanên din hene, lê digel ku hejmara kurdên li Tirkiyeyê 20 mîlyon e nikarin bi kurdî perwerdehiyê bibînin.
Xwendekaran xwestin li zanîngehê beşa Kurdolojiyê vebe û xwestin kurdî wekî zimanê hilbijêr di nav mufredatê de cih bigire.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


