Li gor daxuyaniya berdevkê Hikumeta Libyayê, di bombekirina NATO'yê ya baregeha Qaddafî de kurê Qaddafî yê herî biçûk Seyf Al Arab miriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rewşa tenduristiya Qaddafî baş e.
Duh êvarê Qaddafî di televîzyona deqletê de axivî bû, ji bo muzakereyê bang li NATO'yê kiribû û pêşniyara şerawestinê kiribû.
Qaddafî gotibû "Em nikarin li hemberî hev şer bikin, em malbatekê ne" û gotibû ku NATO êrîşan bide rasetwandin ew amade ye şerawestinê bike û ji bo hevdîtinan jî amade ye.


