Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) 12 berendamên serbixwe yên "Bloka Demokrasî, Ked û Azadiyê" veto kir.
Di nav wan de namzetên Amedê Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Namzeta Sêrtê Gultan Kişanak, Namzeta Stenbolê Sebahat Tuncel, Namzetê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Harun Ozelen, Abdullah Kizilay, Îsa Gurbuz, Çîçek Otlu, Salîh Yildiz û Nezîr Sincan veto kir.
Lijneyê, serdana Hatîp Dîcle, Leyla Zana û Sebahat Tuncel de bi hinceta mahkumiya wan ya berê heye veto kir.
Serdana parlamentera BDP'ê ya Amedê Gulten Kişanak jî bi hinceta di qeyda sicîla wê de sabikaya wê ya dema berî zewacê de heye hatiye betalkirin. Lê Kişanak ji xwe niha mebûs e.
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş wisa got: Ev biryar ne hiqûqî siyasî ye. Jixwe du hevalên me niha mebûs in, ev jî nîşan dide ku biryar siyasî ye. Şaîbeya siyasî bi ser hilbijartina 12'yê pûşperê de daketiye.
**
Nûçeyên eleqedar: