Enqere
Koma DTP'ê ji bo hevdîtinê bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re pêk bîne dê biçe Başûr.
Hevdîtina Talabanî û Koma DTP'ê dê 6-7'ê gulanê de pêk bê. Di nav koma ku dê biçe Başûr de Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê Ahmet Turk, mebûsa DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û Cîgirê Serokê DTP'ê Kamuran Yuksek hene. Kom dê bi Talabanî re hevdîtineke fermî pêk bîne
Tê gotin ku dê hevdîtinê de li ser pirsgirêka kurd axaftin bê kirin.