Diyarname
Niha pirtûkek li ser navçeya Silopî ya Şirnexê hate weşandin. Pirtûk ji her alî ve li ser Silopî disekine.
Pirtûka bi navê "A'dan Z'ye Her Yonuyle Silopi (Ji A'yê heta Z'yê ji Her Alî ve Silopî)" ku Zahir Kocaman û Alikarê Doç. Dr. Ahmet Tokgozlu amade kiriye ji Weşanên Doyê derket.
Zahir Kocaman ku li Spartayê, li Zanîngeha Suleyman Demirel dixwend ev pirtûk wekî teza xwe ya qedandina zanîngehê amade kiriye û paşê careke din li ser xebitiye û ji bo weşanê amade kiriye.
Pirtûk li ser jeolojî, jeomorfolojî, hîdrocografya, kişwer, ax, flora û faûnayên Silopiye, her wiha li ser serjimarî, aborî, binesazî, tendiristî û hawirê Silopiyê disekine û xwendevanan agahdar dike.
Li gor agahiyên di pirtûkê de di 1'ê avrêla 1960'î de Silopî bûye navçe û piştî ku di sala 1990'î de Şirnex bûye bajêr bi Şirnexê ve girê dane. Pirtûk radigihîne ku Silopî Berî Mîladê bi ser bajarê Misûl ve bû û qala dîroka wê dike. Silopî ku niha şaredariya wê di destê BDP'ê de ye, ji roja ku bûye navçe û heta niha kî bûye şaredar jî navê wan hatine nivîsandin.
Silopî ku serjimariya wê 100 hezar e, serjimariya navend û gundan jî yek bi yek hatiye pêşkêş kirin lê wekî pirtûk bi tirkî ye navên gundan jî bi tirkî hatine nivîsandin.
Di dawiya pirtûkê de jî hin wêneyên aîdê Silopiyê hatine bi cih kirin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.