Diyarname
Vê sibê gel li ber DÎSK'ê ku li Şîşliye ji bo 1'ê Gulanê hat cem hev. Lê polîsan bi bombeyên çavsotîner êrîş kir.
Li kolana ku navenda DÎSK'ê li ser e her gel dixwaze bê cem hev û polîs her wan belav dike.
Xirecir didome.
Di vê navberê de mebûsên DTP'ê çûn navenda DÎSK'ê. Mebûsên DTP'ê Akin Birdal, Sirri Sakik, Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Hasip Kaplan çûn DÎSK'ê. Li vir Turk ji bo endamên çapemeniyê got; "Em ji bo piştgirî hatin vir. Em hêvî dikin dê tişteke xirab derneyê."
Di vê navberê de ji mebûsên DTP'ê Sabahat Tuncel, mebûs û serokê ODP'ê Ufuk Uras jî li cihê bûyerê ye.
Sendîkavan û gel dixwaze here Taksîmê rayedar nahêlîn û xirecir didome /...


