19 roj in agahî ji rojnameger Þukrî nîn e
Diyarname
Rojnameger Qehreman Þukrî ku li Duhokê hatibû binçavkirin hê jî agahî jê nîn e. Asayîþa Baþûr tu agahî nade malbatê.
Ajansa Mezopotamyayê îro li ser rojnameger Þukrî nûçeyek weþand û têde dibêje ku 27'ê meha borî li Duhokê rojnameger Qehreman Þukrî ji aliyê asayîþa PDK'ê ve hatiye binçavkirin û hê jî agahî jê nîn e. Ajans radigihîne ku destûr nadin ligel malbat û parêzerên wî hevdîtin çêbibe û der barê girtina wî de jî tu agahî nadin wan.
Her wiha ajans radigihîne ku par, roja 26'ê rêbenda 2019'an jî dema gel li hemberî baregehên Tirkiyeyê rabûbûn ser piyan wî ew diþopandin û dîsa ji aliyê Asayîþa PDK'ê ve hatibû girtin û piþtî 22 rojan hatibû berdan.