Fehîm Işik
Li başûrê Kurdistanê piştî dagirkirina Kerkûkê gengeşiyên berbiçav hene. Wisa dixuye ku partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê, dê ev gengeşiyan demeke din jî bidomînin. Mixabin, çareseriyek pêşve jî naxuye.
Berî referandûma serxwebûnê hikumeta navendî ji rayedarên başûrê Kurdistanê daxwaz dikir ku referandum betal bikin. Rêya diyalogê bi vê şertê ve girê didan. Dema hikumeta navendî ev daxwaz dikir, Tirkiye bi dengeke nizm, rêya diyalogê li kurdan pêşniyar dikir. Her wiha, referandum wekî meseleyeke navxweyî bi nav dikir. Îran piştgirê hikumeta navendî bû. Lê dîsa jî bi awayekî tund dijberiya kurdan nedikir. Helwesta Amerîka jî bi heman rengî bû.
Dijberiyên tund piştî referandumê hatin kirin. Ev yek cesaret da hikumeta navendî. Abadî, dengê xwe bilind kir. Dagirkirina Kerkûkê, piştî vê cesaretê hat. Haşdî Şabî û artêşa Iraqê, pêkve dest bi dagirkirina herêmên bi nakok kirin û hema bêjin, hemû herêmên bi nakok careke din ketin bin desthilatdariya hikumeta navendî.
Niha li başûrê Kurdistanê gengeşiyên eslî ne ew e ku herêmên dagirkirî ji bin bandora Haşdî Şabî û artêşa Iraqê derxin. Wisa dixuye ku hikumeta herêma Kurdistanê, vê dagirkirinê daqurtandiye. Serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, tenê li rêya danûstendinê digerin. Li bendê ne ku Abadî wan bi awayekî fermî bangî Bexdayê bike da ku bikaribin pirsgirêkan nîqaş bikin. Lê Abadî qet bi wî alî ve nanêre. Hemû peyamên xwe ji ser çapemeniyê dide.
Sedemên Abadî eşkere ne. Sala were hilbijartina giştî ya Iraqê heye û Abadî, rewşa heyî dixwaze ji bo serkeftina xwe ya hilbijartinê bi kar bîne. Serkeftina Abadî, bi dilê Amerîkayê ye. Ji ber vê yekê Amerîka jî, ji bo destpêkirina guftugoyên navbera hikumeta navendî û herêma Kurdistanê, lez nake.
Nîjadperestî û neteweperestî, li her çar beşên Kurdistanê dermanê dagikeran e. Niha Abadî jî vê dermanê bi kar tîne. Lê di nav kurdên Başûr de, tenê carinan serokê kevn ê herêmê Mesûd Barzanî, dijberiya helwestên hikumeta navendî û dagirkirina herêmên bi nakok dike. Rayedarên din wekî ku ji halê xwe xweş in. Peyamên nerm didin. Vekirina rêyên diyalogê daxwaz dikin. Ji cîhanê piştgirî dixwazin û hwd.
Rewşa piştî 16’ê cotmehê, wisa diyar e dê heta hilbijartina giştî ya Iraqê bidome. Ger gavên bên avêtinê jî hebe, dê beriya hilbijartina Iraqê neyên avêtin. Lê tişteke din jî heye. Hikumeta herêma Kurdistanê hilbijartin 8 meh bi paş ve xistin. Niha li Başûr jî gengeşiyên hilbijartinê dest pê kirine.
Mixabin, li hemberî helwesta hikumeta navendî jî, li hemberî hilbijartinên giştî ya Iraqê jî, di nav kurdên me yên başûr de hevahengiyek tune ye. Kadroyên siyasî û partiyên kurdên me yên başûr, ji bo çareseriya rewşa heyî li yekdengiyê nagerin. Rewş, ji bo serkeftina xwe ya hizbî, li hemberî hev bi kar tînin.
Wisa xuya ye, rayedarên başûrê Kurdistanê ji ezmûnan ders negirtine û her wiha tu kes jî xwe berpirsiyar nahesibîne.
28.11.2017, Welat