Diyarname
Kurdî-Derê bi kongreya xwe ya nû rêveberiyeke nû hilbijart.
Navenda Giştî ya Kurdî-Derê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Amedê 3'yemîn kongeray xwe li dar xist. Berî destpêkirina kongreyê nivîskarê Azadiya Welat Adil Zozanî, rojnameger Tayîp Temel û Rêvebera Ensîtutiya Kurdî ya Amedê Dîlan Aydin ji bo dîwanê hatin hilbijartin û kongreyê dest pê kir.
Di salona kongreyê de pankarta bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî (Zazakî) ‘Hûn bi xêr hatin 3'yemîn Komcivîna Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirîna Zimanê Kurd; Şîma Bi xêr amey Kombiyayişê Komeleya Rogerayîş û Averberdîşê Zimanê Kurdiyê 3'ne’ hate daliqandin.
Piştî axaftin û xwendina raporan hilbijartin li dar ket. Di hilbijartinê ku yek lîste hebû de Burhan Zoroglu, Mehmet Şahîn, Hayrettîn Altun, Rifat Ozturk, Serap Berk, Hamra Yakut û Hasan Şik ji bo rêveberiya Kurdî-Derê hatin hilbijartin. Endamên rêveberiyê yên nû dê di rojên pêş de bicivin û ji nav xwe kesek ji bo serokatî hilbijêrin.