Heskîf
Li ser Çemê Dîcleyê bendava Ilisû tê çêkirin û dema bendav temam bibe dê Heskîfê dîroka wê 12 hezar sal e di bin avê de bimîne. Heskîfî îro li hemberî bendavê meşiyan. Polîs û leşkeran pêşî li meşê girt, li ser vê Heskîfiyan dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Paşê polîs û leşker bi paş ve vekişiyan. Li ser pir, li ser navê heskîfiyan esnaf Şewket Altug axivî, got ku ev 60 sal in ew mexdûr in, ji bo ku pirsgirêkên xwe bînin ziman vê çalakiyê dikin. Altug wisa got: "Bila pêşî mexdûriyeta me ya 60 salan çareser bikin, paşê emê biryarê bidin bar bikin cihê nû yê ku ji bo Heskîfê vekirine yan na."


