Diyarname
Di Lîga Super a Turcellê ya Tirkiyeyê de dîsa qir li teknîk dîrektora dikeve. Vaye lîste:
Lîga futbolê ya Tirkiyeyê ya Super hê di hefteyan 9'an de ye, ji 18 klûba heta niha 8 tîmê teknîk dîrektorê xwe guhart. Ev reqem di nav lîgên dinyayê di rêza yekemîn de ye. Û ev yek vê nîşan dide: Li Tirkiyeyê tehamul li teknîk dîrektoran nîn e, di têkçûna herî biçûk de serê wan tê jêkirin.
Heta niha van Antalyaspor (2 caran), Konyaspor, Kocaelispor, Beşiktaş, Ankaragucu, Hacettepe, Denizlispor û Gençlerbirligi teknîk dîrektor guherandin.
Vaye tîm û teknîk dîrektorên ku ji kar hatin dûrxistin:
- Antalya: Berî ku lîg dest pê bike Antalyasporê bi awayekî surprîz Hikmet Karaman ji kar girt û bi teknîk dîrektorê çek Joseph Jarabinsky dest bi lîgê kir. Di hefteya 8'an de ew jî ji kar girt û niha Mehmet Ozdilek hat ser kar.
- Konyaspor: Konyayê bi teknîk dîrektor Raşit Çetiner dest bi lîgê kir, di hefteyan 3'yan de ew ji kar girt û di hefteyan 5'an de peywir da Giray Bulak. Niha Bulak li ser kar e.
- Kocaelispor: Vê klûbê di hefteyan 4'an de Engin Îpekoglu ji kar avêt û hefteya 6'an de Yilmaz Vural anî ser kar.
- Beşiktaş: Beşîktaşê di hefteya 6'an de Ertugrul Saglam ji kar girt û Mustafa Denizli anî ser kar.
- Ankaragucu: Vê tîmê di hefteya 7'an de Hakan Kutlu ji kar girt û Unal Karaman anî ser kar.
- Hacettepe: Hacettepe ku par bi navê 'Gençlerbirligi Oftaş' di lîgê de dilîst îsal bi navê Hacettepe lîstika xwe domand, heta hefteya 9'an Osman ozdemîr teknîk dîrektorê wan bû.
- Denîzlî: Li Denizlisporê jî di hefteya 9'an de Ali Yalçin ji peywira xwe îstîfa kir.
- Gençlerbirligi: Herî dawî teknîk dîrektore Gençlerbirliği Mesut Bakkal ji teknîk dîrektoriya tîmê îstîfa kir.