ENQERE
Xwendekarên ku bi îdîaya tevli pîrozbahiyên salvegera damezirandina PKK'ê bûne û di 27'ê Mijdara 2010'an de hatin girtin cara duyemîn derketin pêşberî dadger.
Di doza ku 11 jê girtî 41 kes tên darizandin de di navbera heyeta dadgehê û bersûcan de ji ber "xweparstina bi Kurdî" alozî derket. Dema ku heyetê ji bo biryarê navber da danişînê, cendirme ketin salonê û êrîşî xwendekaran kirin; êrîş di rîngê de jî berdewam kir. Parêzeran diyar kirin ku ew ji jiyana bersûcan bi fikar in û xwestin bersûcan bînin salonê lê ev daxwaz ji aliyê heyetê ve nehat qebûlkirin.
Di 27'ê Mijdara 2010'an de di encama serdegirtinê de xwendekarên ku hatin girtin carake duyemîn derketin pêşberî dadger. Doz li 12'emin Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hate dîtin. Bersûcên girtî yên ku di nav de nûçegîhana ajansa DÎHA’yê Emîne Altinkaya jî heye û bersûcên din Okan Basat, Atîlla Avar, Mehmet Salîh Erşarî, Hasan Ertûgrûl, Mehmet Akyar, Erhan Olçen, Zubeyir Sizici, Îdrîs Gurmez, Emre Karataş û Mehmet Can Temel û parêzerên wan beşdarî dozê bûn.
Hin bersûcên ku di danişîna borî de ji ber ku dê parastina kurdî bikin îfade nedan dema ku navên wan hate xwendin bersiva "ez li vir im" dan. Heyeta dagehê jî bi gotina "ev der ne li cihê çalakiya şexsî ye, hûn nikarin li vir çalakî li dar bixin" destûr neda parastina bi kurdî û got ku heke ev helwest bidome dê wan ji salonê derxe derve. Lê li gel vê jî bersûcan heman bersiv da. Heyeta dadgehê vê carê hêrs bû, xwest bersûc ji salonê bên derxistin. Piştre jendirme ketin nava tevgerê. Parêzeran îtîrazî rewşê kirin û diyar kirin ku heke ji bo parastinê destûrê nedin jî ji ber rewşa heyî heyet nikare bersûcan derxe û dikarin zabitê bigirin. Li ser vê yekê heyetê dev ji vê yekê berda.
Piştre ji bersûcên ku di danişîna berê de parastina xwe nekirine îdîayên der barê wan de hate pirsîn. Bersûcan jî diyar kirin ku ew ji bo pîrzbahiya salvegera damezirandina PKK'ê neçûne cihê navborî û pîrozbahiyeke wisa nehatiye kirin jî. Bersûcan daxwaznameyake ku çima dixwazin parastina bi kurdî bikin pêşkêşî heyetê kir.
Ji girtiyan Mehmet Can Temel diyar kir ku daxwaza parastina bi kurdî ne helwesteke siyasî an jî inyad e, daxwazeke mirovî ye. Temel wiha got: "Heke li vir îngilîzek ku bixwesta parastina xwe bikira ji bo wî şert û merc dê bihata amadekirin. Lê ev yek ji bo kurdan maf nayê dîtin."
Temel destnîşan kir ku di madeya 90'emîn ya Zagona Bingehîn û mewzuatên neteweyî û navneteweyî de jî ev maf heye.
Parêzerê xwendekaran, anî ziman ku muwekilê wan bêsedem hatine girtin û îdîanameya hatiye amadekirin li ser bingehekî vala hatiye avakirin. Parêzer got ku di navbera xwendekarên hatin berdan û niha girtî ne de tu cudatî tune ye. Prz. Ali Ersîn Gur, da zanîn ku ev îdîaname xeyalî ye û wiha got: "Tê gotin ku 44 endamên PKK'ê li cihekî hatine cem hev û pîrozbahiyê dikin. Tiştê ku ez dizanim ger ku 44 endamên PKK'ê bên cem hev dê erd bihejînin. Bawerim hûn ji 44 xwendekaran de dibêjin 44 endamên PKK'ê." Parêzerê nûçegîhana DÎHA'yê Selen Vargun jî diyar kir ku Emine Altinkaya bê sebebeb girtî ye û demek dirêj e mexdûr dibe.
Heyetê piştî demek dirêj navber da. Piştî ku heyetê navber da û xwendekaran silav û destê xwe dan hev, cendirmeyan bi awayekî dijwar muaxale kir û pevçûn derket. Cendirmeyan bi copan li xwendekaran û malbatên wan xist. Cendirmeyan xwendekar di derenceyan de avêt xwar û daxistin jêr. Dema heyetê biryar da jî xwendekar neanîn salonê. Her çend parêzeran gotin; "Em ji ewlehiya xwendekaran bi guman in" û xwestin xwendekaran bînin salonê jî heyetê dîsa daxwaza parêzeran red kir û ew neanîn salonê. Heyetê der barê 11 xwendekaran de biryara berdewana girtina wan da û danişîn ji bo 20'ê rezbera 2011'an taloq kir.
Piştî danişînê dema xwendekar û malbat li ber rîngê hatin cem hev, diruşmên "Berxwedan jiyane" berz kirin. Hate dîtîn ku leşkeran di rîngê de jî mudaxaleyî xwendekaran kir û qêrîna xwendekaran di rîngê de bilind bû.
Di 27'ê Mijdara 2010'an de Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi ser Navenda Çandê ya Ciwanan a Enqereyê de girtibû. Ji ber şahiyek li Navendê pêk hatiye polîsan sendegirtin pêk anîbû û di vê serdegirtinê de 41 kes hatibûn binçavkirin û jê 17 xwendekar hatibûn girtin.