Diyarname
Maça Nîv Fînalê ya Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê îro di navbera Fenerbahçe û Beşîktaşê de li Şukru Saraçoglu hat lîstin. Di nîveka yekemîn, deqeya 30'ê de ji Beşîktaşê Pepe qerta sor dît û tîma Beşîktaşê ma 10 kes. Nîveka yekemîn bi vî awayî xilas bû. Di nîveka yekemîn de jî xirecir dom kirin. Temaşevanên Fenerbahçeyê tişt avêtin nav sehayê. Hakem hişyarî da. Paşê di deqîqeya 57'ê de dîsa ev xirecir dom kir û di dema tişt avêtinê de tiştek li serê Teknîki Dîrektorê Beşîktaş Şenol Guneşî ket û ew birîndar bû. Guneş rakirin nexweşxaneyê. Hakem û lîstikvan ji sehayê derketin û çûn hundir. Nîv saet paşê hat ragihandin ku hakêm maç betal kiriye.
Niha dê çi bibe? Dê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê roja çarşemê bê ba hev û biryarê bide.
Li gor rêgezan dê Fenerbahçe wekî têkçûyî bê hesibandin û Beşîktaş derbasî fînalê bibe. Îhtîmaleke biçûk heyek ku maç ji deqîqeya mayî dîsa bê lîstin.
Duh di maça din a Nîv Fînalê di navbera Galatasaray û Akhîsarê de hatibû lîstin û Akhîsar bi ser ketibû û derbasî fînalê bûbû.