Dadgehê li parêzer Eren Keskin, Edîb Polat û Murat Batgi saleke cezaya zindanê li dar xist. Niha metneke piştgiriyê ji bo wan hatiye amadekirin. Em wê metnê diweşînin. Kesên dixwazin îmze bavêjin bin metnê û piştgiriya xwe pêşkêş bikin dikarin e-maila xwe ya piştgiriyê bişînin ser vê mailê:
Û vaye ew metna piştgiriyê û di destpêkê de kesên ku îmze kirine:
Em kesên ku şanenavên wan li jêr in, cezayên ji aliyê Dadgeha Esliye Ceza ya 5’emîn a Amedê ku di der heqê nivîskar û rewşenbîrên kurd Eren Keskîn, Edîb Polat û Murat Batgî de li gor xala TCK’yê 126/1’emîn bo her yekî salek cezayê zindanê hatibû dayîn, li dijî hiqûqê, nirxên mafên mirovan ên navnetewî û azadiya ramanê dibînin. Raman û daxuyaniyên ku bûne mijara dozê, em di çarçoveya azadiya ramanê de dinirxînin û dixwazin xala 126/1’emîn a TCK’ê ji holê were rakirin.
M. Mehdi Tanrıkulu (Wergêrê Kurdî, serokê DTP yê Navçeya Bismil)
İlhami Sidar (Niviskar)
Ceren Baykal (Düşünce Suçuna Karşı Girişim Komitesi’nden)
Edip Polat (Nivîskar)
Murat Batgi (Standapçı)
Kazım Öz (Film Yönetmeni ve yapımcısı)
Eren Keskin (Avukat)
Kemal Orgun (Tiyatro sanatçısı)
Beni Saadet Erdem (Yazar)
Ali Rıza Kılınç (Felsefeci-Gazeteci)
Evdila Koçer (Nivîskar)
***
Nûçeya eleqedar:
- Ceza li "Kurdistan"ê hate birîn