Diyarname
Di lêkolîneke ku li ser nan hatiye çêkirin de dîroka çêkirina nan heta 30 hezar sal berê çû.
Komek ji Enstîtuya Dîroka Nêz û ya Berî Dîrokê ya Îtalyayê li ser nan lêkolîneke kiriye. Ji vê komê Lauro Longo di lêkolîna wan a ku di kovara Proceedings of the National Academy of Sciences de hatiye weşandin de wisa dibêje: Li ser erdên Îtalya, Rusya û Komara Çekê, li ser mirovên berî dîrokê lêkolîn kirine, di encamê de nîşaneyên ku mirovan tixum bikar anîne dîtine. Di encamê de kevirên ku genim li ser hêrandine dîroka wan diçe hezar 30 hezar salî.
Longo got ku ev yek berevajî fikra mirovên berê bi goşt xwe têr dikirin e. Longo îdîa kir ku mirovan berî dîrokê nanê zirav hatiye çêkirin xwarine. Longo got ku berî dîrokê ji bo mirovan nan bûye çavkaniya enerjî û karbonhîdratê û wisa got: Dibe ku ji bo ku dema xwe negihînin goşt nan veşartine ku bixwin.
Lêkolîner dibêjin ku vê lêkolînê dîroka bikaranîna nan a ji aliyê mirovan ve deh 10 sal ber bi demên dûrtir ve biriye. Berî vê li Îsraîlê lêkolîn hatibû kirin ku 20 hezar sal berê li ser keviran nan hatiye çêkirin.


