Min ne 'Eyn' dît, ne 'Ereb'! Berdin bila wekî Kobanî bimîne!
Fehîm Taþtekîn*
Reîsî gotina "A rast, nav li ser e Eyn el Ereb" li gotina xwe "Li Kobanî sivîl neman. 2000 hezar PYD'yî bi DAIÞ'ê re þer dikin. Her du jî terorîst in" nekira, qet ez nedifikirîm ku bikevim nav vê meseleyê. Gelekî navekî çawa li cihê dijî bike ji bo min ew girîng e. Di gotina Serokomar Tayîp Erdogan pêþniyarek wekî 'Dibe ku kurd ji bo wir bibêjin Kobanî lê ew der di bingeha xwe de ne kurd, ereb e. Ne hewceye hûn biparêzin jî' heye. Ji ber vê yekê li ser me bû ferz ku em bikevin nav meseleyê. Min bi mirovan li hêrêmê û bi pisporan re xeber da. Gotin cuda cuda ne. Hin gotinên tên gotin piþta xwe nadin zanistê. Lê tu çîrokek ku hatiye gotin gotinên Reîsî piþtrast nakin.
Gotina hevpar ew e ku navê vê derê ji gotina 'kompanie' ya almanî ku di wateya 'þîrket'ê de ye tê ku þîrketa alkan ji bo projeya Osmanî, Rêya Hesinî ya Bexda-Berlînê çêdikir. Ji bo stasyonê karkerên ji Pirsûsê dixebitiyan. Dema karker ber bi þantiyeyê ve diketin rê digotin: "Em ber bi Kompanie ve diçin." Ev bi demê re guherî bû 'Kobanî' û bi cih bû. Li ser navê ku ji þîrketê digire fikreke din jî heye: 'Ko. Bahn (Kompanie Bahn)
Lê di çêkirina Rêya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê de þîrketên wekî Philipp Holzmann û Friedrich Krupp cih digirtin. Deutsche Bahn (Rêya Hesinî ya Alman) ku qala "Bahn" a vê tê kirin, lê ev þîrket gelek nû ye.
Ji bo stasyonê cihên nêzî avê hildibijêrin. Stasyona ku li Kobanî ye nêzî wê çend kanî hene. Ji van didu: Kaniya Murþîd û Kaniya Ereban. Kaniya Murþîd kaniyek e ku îro navê xwe li gundê nêzî Pirsûsê kiriye. 'Kaniya Ereban' jî kaniyek bûye ku erebên rêwî dihatin ser wê kaniyê bêhna xwe didan. Yên ku ev nav lê kirine jî kurd bi xwe ne. Ev der ne ji ber ku cihê ereban bûye, ji ber ku ereb hatine ser wir bêhn vedane nav lê kirine. Piþtî avabûna Komana Ereb a Sûriyê, komarê ev 'Kaniya Ereban' ku kurdan lê kiriye bi awayekî fermî wekî "Eyn el Ereb" (Kaniya Ereban) li wir kirine. Ev nav li gor polîtîkaya erebkirina wir a rejima Sûriyê guncan e.
HELBESTVAN LÊ DIGERE LÊ NABÎNE
Dema min ji Prof. Dr. Kadri Yildirim mesele pirsî ku ew niha li ser du pirtûkên li ser kurdên Sûriyê dixebite, wî bi helbesta helbestvanê ji Sûriyê Dr. Muhammed Maxut bersiv da. Maxut ku 'Eyn el Ereb' meraq kiriye, çûye wir lê rastî kaniyek miçiqiyayî hatiye wisa nivîsiye:
"Zeheptu îla Eyn el Ereb,
Ve lem ecîd la eynen ve la Ereben""
Yanê;
"Ez çûm Kaniya Ereban,
Min ne ereb dîtin ne kanî!"
Dema min bi nivîskarekî sûriyeyî re xeber da her çiqas bawer bike ku navê Kobanî ji 'kompanie' ya alman bê jî qala teoriyeke din kir:
"Du eþîrên kurd ku her bi hev re di nav pevçûnê de ne li ser parvekirina erd li hev dikin. Ev cihê ku li ser li hev kirine navê 'Koma Banî' lê kirine." Di kurdî de 'Kom' û 'Banî' hene. Yildirim li ser vê yekê wisa dibêje: "Du eþîr li hev dikin. Ji wan yek li jêr yek li jor dimîne. Ji yê ku li jor dibîne re 'Koma Banî' tê gotin, ji yê li jêr re 'Koma Jêrin' tê gotin. Lê ev teorî zêde ne xurt e. Li herêmê sê eþîrên ku zêdetir li pêþ in hene, Ketîk, Þêxan û Barazî. Herî zêde di navbera Þêxan û Barazî de pevçûn çêdibe. Piþtî Osmanî eþîra Barazan ligel Enqereyê, eþîra Þêxan ligel Fransizan cih girt. Xirecira di navbera van herdu eþîran de qet bi dawî nebû. Ji ber vê yekê fikra di navbera wan de peyman hate çêkirin ne xurt e. Tiþtê tê gotin ew e ku Serhildana Þêx Seîd dema serî hildide ji Serêkaniyê heta Efrînê ji bo rêberên eþîrên vê derê nameyan dinivîse, dixwaze ew piþtgirî bidin wî lê bersiveke erênî nabîne. Hin dibêjin ku ji ber neteweperweriya kurd li vê herêmê lawaz bûye bersiva nayê girtiye."
AXA QEDÎM A ARAMÎ Û ASÛRIYAN
Ger em ji çavkaniya nav derbasî çêbûna bajêr bibin; li wê derê werçerxek trajîk li benda me ye. Lê berî vê em vê notê jî pêþkêþ bikin: Em qala herêmeke ku aramî û asûriyan lê þaristanî saz kiriye dikin. Dostekî min ji herêmê noteke bi vî rengî ya li ser herêmê þand: "Kalê min qal dikin; Lawrence û zilamên wî li herêma Kobanî û Carablûs kolandin dikirin û berhemên dîrokî yên aîdê aramiyan derdixistin."
Li gor Kadri Yildirim jî gundên Þêran û Helinc ên Kobanî cihên aramî û asûriyan bûn. Beþeke berhemên dîrokî yên ku li vê derê derxistine di muzeyên Sûriyê de têne parastin, hinek dizîn birin rojava. Þêran di nav qeydên Osmanî de wekî 'Aslan Taþ' (nota wergêr: Kevirê Þêr) derbas dibe. Cihê kevirên biqîmet hatine derxistin. Yildirim li ser vê mijarên van agahiyan bi me re parve dike: "Li wê derê bi qasî 100 lewheyên dîrokî hatin dîtin. Di sala 1883'yan de Midûrê Muzeya Stenbolê Hemdî Beg ligel komek xebat kir. Di sala 1928'an de arkeologê fransiz Françoîs Thureau-Dangin li Þêran xebat kiriye. Paþê arkeologê fransiz Augustin Barrois jî beþdarî vê xebatê dibe. Li vê derê du peykerên þêran ku ji kevirên bazaltê hatine çêkirin dibînin... A rast ji ber pirbûna peykerên þêran kurdan ji bo vê derê gotina Þêran."
ERMENÎ DIÇIN KANÎ DIMIÇIQE
Em vê paþeroja dîrokî li aliyekê bihêlin û li çêbûna Kobaniya hemdem binêrin emê qedera wekhev a ermen û kurdan bibînin. Li gor diyarkirina ji arþîvan a Yildirim rewþ ev e: "Bingeha Kobanî di sala 1892'yan de ji aliyê malbatên kurd û ermen ve hate sazkirin. Ermenan bi sê malbat û du aþan dest bi bicihbûnê kir. Piþtî sala 1915'an ermen zêde bûn lê yên berî vê demê hatibûn jî hebûn."
Bi demê re ermenan sê dêr li vê derê çêkirin. Piþtî salan dema ermenan koçî cihên din kirin hin avahiyên ku wan li dû xwe hiþtin kurdan bikar anîn, hin wêran bûn. Dêr jî xira bûn. Di vê navberê de piþtî ermeniyan kanî jî miçiqî. Piþtî koça ermenan ew helbestvanê ji Sûriyê yê ku xeyala wî þikiya bû, çûbû wir.
Keda çêkirina Rêya Hesinî ya ji bo vir ev e: Hin karkerên ji bo çêkirina rêya hesinî çûn wir li wir bi cih bûn. Kevirên reþ ên ku þîrketa alman di çêkirina rêya hesinî de bikar dianîn ji girê Miþtenûr dianîn ku navê vî girî van deman zêdetir bi þerê di navbera DAIÞ-YPG de em dibihîzin. Min ji rojnamegerê ji Kobanî Berzan Îso pirsî ka ev þop hê hene yan na, wî got: "Belê hê hene."
Min got werçerxeke trajîk, piþtî ermenan dor tê ser kurdan: Di serhildana Þêx Seîd a sala 1925'an de kurdên ku reviyan yek ji cihên ku lê bi cih bûn jî Kobanî ye.
MÎMARÎ MÎRATEYA FRANSIZAN E
Di demên pêþî de ne mimkûn bû mirov Kobanî ji Pirsûsê veqetîne. Piþtî bi xeta rêya hesinî sînorê Sûriyê-Tirkiyeyê hat diyarkirin Pirsûsa ku aliyê jorê xetê ma hê jî ji bo gelê herêmê navend bû. Di dema dagirkirina Fransayê de bi qaçaxî hatin û çûyîn pir bûn û Enqere ji vê yekê aciz bû. Li ser giliya Enqereyê gransizan ji bo qontrolê bigirin bin destê xwe li Kobanî avahiyeke îstîxbarî çêkirin. Ev avahî piþtî rabûna dagirkirinê wekî avahiya qeymeqamî hate bikaranîn. Dema kurdan di sala 2012'yan de li herêma xwe dest danîn ser rêveberiyê ev avayî dan destê Asayîþê. Meha borî dema DAIÞ ket aliyê rojhilatê Kobanî ev avahî wekî baregeh bikar anî. Ev avahiya mîmariya berbiçav û xweþik bû hedefa bombebarana Amerîka ya li hemberî DAIÞ'ê. Kobaniyan ji bo vê avahiyê 'Qesr' digotin. Yên ku plana kuçeyên Kobanî çêkirine jî fransiz bûn.
Piþtî salên 1950'î ji bo pêþî li çûn û hatinê bêne girtin li ser sînor mayîn hatin binaxkirin û pêre jî têkiliya Pirsûs û Kobanî hate qetandin. Piþtî vê kêliyê êdî Kobanî wekî bajar hat binavkirin. Li herêmê yekemîn cihê dibistan lê hatiye çêkirin Kobanî ye.
Wekî encam Kobanî bûye cihê parastina yên ji me veqetiyan an jî hatine veqetandin. Ermenî çûne kurd mane. Îro hindik be jî li nav ereb û tirkmen hene. Nîqaþa li ser navê vir wisa xirab e ku ji bo hewldana têkbirina vê derê nikare bibe cîlayeke biriqoq ji. Tu gotina em ji bo Kobanî bibêjin nîn e, lê ew kaniyên ku miçiqîne dikarin gelek tiþtî ji bo me vebêin" A rast tiþtê ku Kobanî kiriye Kobanî nasnameya wê ya etnîkî ye. Kobanî bû sembola berxwedanê. Di dema ku dihat xirakirin rabû ser piyan.
Kal, pîr, xort û keçan ku ev der bi çekên di destên xwe de parast û ji ber vê jî dê wekî "Bajarê ber xwe da" bikeve nava dîrokê.
*10.11.2014, Radikal
Wergera ji tirkî: Cemil Oguz