Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Çû serdana Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr.
Li balafirgehê Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Nabi Avci, Wezîrê Xurek Çandî û Sewalvanî Mehdi Eker, Waliyê Amedê Mustafa Cahit Kiraç, Åžaredarê Bajarê Amedê Osman Baydemîr, mebûsên BDP'ê Leyla Zana, Sirri Sakik, Altan Tan, Esat Canan û Midûrê Emniyeta Amedê Recep Guven pêÅŸwazî li Erdogan kir.
Herî dawî di sala 1998'an de Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Bulent Ecevit çûbû serdana Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê. PiÅŸtî ku BDP'ê (û partiyê berî wê) ÅŸaredarî bi dest xist kes neçûbû serdana wê. Ergon îro çû serdana Baydemîr.
Di hevdîtina li Åžaredariyê ku Erdogan, mebûsên wî û mebûsên BDP'ê amede bûn de destûr nedan ku çapemenî wan biÅŸopîne. Erdogan piÅŸtî nîv saetê ji Åžaredariyê veqetiya.
PiÅŸtî veqetîna Erdogan, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk ji bo çapemenî axivî û got: "Åžaredarê me ji bo derbaskirina ev pêvajoya krîkît, ji bo bi awayê hiqûqa biratiyê li meseleyê bê nêrîn fikrên xwe anî ziman. Em ji ber ku mêvan bûn, birêz Åžaredar hem li ser navê me, hem li ser navê ÅŸaredariyê daxwazên xwe û xebatên ku kirine anîne ziman. Divê ev diyalog veguhere muzakereyê. Ez hêvî dikim kurdan wekî gelekî, daxwazên wan jî bi ji dil qebûlkirinê bibîne. Em dixwazin serdanên li Amedê wekî gaveke ji bo pirsgirêka çareseriya kurd bibîne. Birêz Barzanî jî îro ligel birêz Serokwezîr hat. Ev der Amed e, dilê kurdan e. Birêz Barzanî hatiye welatê xwe. Em li vê derê mazûvaniya xwe nîÅŸan didin û çi dikeve ser milên me em dikin. Helbet gelek tiÅŸtên ku em nîqaÅŸ bikin hene. Dibe ku îro mimkûn nebe em van nîqaÅŸ bikin. Lê em jî baÅŸ dizanin ku bêdiyalogiya li nav kurdan, zehmetiyên li Rojava heye; kurd li ser xaleke hevbeÅŸ bêne ba hev dê gelek girîng be."
Baydemîn jî li ser hevdîtinê wisa got: "Li hunder hevdîtineke xweÅŸ, sohbetek bi henekan hat kirin. Ji bo gelê me yê li Amedê bû hevdîtineke girîng. Hêvî ew e ev hevdîtin bibe sedema hiqûqa biratî ji bo azadî û wekheviyê. Ez gelek sipas dikim. Di navbera min û birêz Serokwezîr de henek jî çêbûn. Min got, 'Ez diçim tu tê Birêz Serokwezîr. Tu berê bihata me yê çend proje bi te bidana qebûlkirin.' Ji bo yên li dû me bên em derî vekir." Me li ser projeya Newela Dîcleyê û pergala rêyên hesinî xeber da."