Diyarname
Rojnameya bi kurdî ya heftane Xwebûn bi hejmara xwe ya nû derket. Xwebûnê di hejmara xwe ya nû de mijara "Li Iraqê şerê DYA û Îranê" kiriye manşet.
Xwebûnê hejmara xwe ya 3'yan ya 5-12'yê rêbendana 2020'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Di vê hejmara rojnameyê de sê nivîskarên din bi nivîsên xwe wekî qunciknivîskar beşdarî rojnameyê bûne. Helbestvanê ji herêma Xorasanê Elî Reza Spahî Layîn bi sernavê "Kurdên dûr, dilên nêzîk", Sedat Ulugana jî bi nivîsa xwe ya li ser Alayên Hemîdiyeyê beşdarî rojnameyê bûye. Rojnameger Cemil Oguz jî bi kirmanckî (zazakî) bi sernavê "Ez anketçî niya" silav li xwendevanan kiriye.
Her wiha Mizgîn Ronak, Selîm Temo, Samî Tan, Şener Ozmen, Felemez Ulug, Agît Yazar, Dildarê Amedê jî nivîsên xwe yên quncik pêşkêş kirine.
Rojnameger Rizoyê Xerzî vê hefteyê bi helbestvan Berken Bereh re hevpeyvîn çêkiriye. Bereh li ser ziman, helbest û çandê bersiva pirsên Xerzî dane. Bereh dibêje ku ziman rukn û binyad e û divê her kes di axaftina kurdî de bi israr be.
Wekî hefteyên din rojname bi nivîsên li ser çand, ziman, wêje û bi nûçeyên cur bi cur li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Ji ber ku barek giran e rojname li bayiyan nayê belavkirin lê li gelek bajarên Tirkiyeyê û li bajarên Bakur li gelek cihan dikare rojname bê peydakirin. Agahiyên cihên belavkirinê di malpera "xwebun.org"ê de dikarin bêne peydakirin.