Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" bi hejmara xwe ya 38'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de li ser Mele Mistefa Barzanî û têkiyia kurd û Sovyetê dosya amade kiriye.
Kovara "Kurt Tarîhî" ku 3 mehan carekê bi tirkî dertê û carinan hin nivîsên bi kurdî jî diweşîne, bi hejmara xwe ya kewçêr-sermawez-berfanbarê hinek bi derengî be jî derket. Di hejmara 38'an de bi navê "Mela Mistefa Barzanî û Têkiliyê Kurd-Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst" (YKSS) dosya amade kiriye. Di vê serdema ku bi ser Rojava re têkiliyên kurdan û Rusyayê tê nîqaşkirin de dîroka têkiliyên kurdan û Sovyetê (Rusyayê) muhîm in. Kovarê jî dest avêtiye vê mijarê.
Di bin edîtoriya Firat Sozerî de dosya hatiye amade kirin û wî di heman demê de bi navê "Bi belge û nameyan têkiliyên Mele Mistefa û YKSS" nivîsek nivîsandiye.
Di dosyayê de Angelika Pobedonostseva Kaya bi sernavê "Barzanî û YKSS: Îtîfaqek ji ber çû?", Etienne Forestier-Peyrat" bi navê "Ji salên 1940'î heta 1980'yan Polîtîkaya Sovyetê ya Derve ya li Ser Kurdan û Aktîvîzta Kurdan a li Sovyetê", Nikoloya Lisenkov jî bi navê "Mistefa Barzanî û Yekîtiya Soveyetê (1946-1964) nivîsa xwe nivîsandiye.
Di vê çarçoveyê de du nivîs jî bi kurdî hatine weşandin: Seîd Veroj bi navê “Eyloyê Pîr ê Kurdistanê”: Mistefa Barzanî (1903-1979)" û "Pêşwaziya Resmî ya Mele Mistefa Ji Alîyê Hikûmeta Kurdistanê ve" jî bi kurmanciya Zîya Avci hatiye weşandin.
Ji bilî dosyayê nivîskar û lêkolîner Rohat Alakom jî bi navê "Kurdê ku herî zêde ermenî xilas kirine: Muhtila Beg ê ji Miksê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
kurttarihi2017@gmail.com
0541 391 81 49


