logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Komxebatên ji bo Yekîtiya Neteweyî

Yek ji xalên girîng yên konferansa li Hannoverê ew bû ku danasîna dînên beşdaran dûrî dijberî û nakokiyên olî bike. Li wir dîsa dengê civaka êzîdî bi saziyên xwe re ji bo avakirina Yekîtiya Neteweyî bilind bû.

  • Dîrok: 18/12/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Cano Şakir

Piştî çalakiya di 5 û 6´ê Kanûna (Berfanbara) 2019'an ya ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve ya ku ji bo Yekîtiya Neteweyî bi rê ve çû, li bajarê Almanyayê Hannoverê di 7'ê Kanûnê de Konferansa Baweriyên li Mezepotamyayê jî bi heman mebestê bi rê ve çû. Nûnerên gelek saziyên Kurdistanî û yên civaka êzîdî jî tevlî van çalakî û civînan bûn.

Yek ji xalên girîng yên konferansa li Hannoverê ew bû ku danasîna dînên beşdaran dûrî dijberî û nakokiyên olî bike. Li wir dîsa dengê civaka êzîdî bi saziyên xwe re ji bo avakirina Yekîtiya Neteweyî bilind bû.

Rûsipî û berpirsên êzîdiyan dibêjin divê hemî baweriyên li Kurdistanê beriya partiyên siyasî yekîtiya xwe ava bikin, û rêxistinên kurdî werin cem hev em jî wekî êzîdî-elewî-sunî û yên din, divê em yekîtiyeke xwe bi giyanê kurdewarî ava bikin.

Li milê din MŞD (Meclisa Şengalê ya li Derveyî Welat) û YÊS (Yekitiya Êzîdiyên li Sûrî) û her wiha SMJÊ (Sîwana Meclisa Jinen Êzdî) 3 rojan lî Berlînê bûn û wan hevdîtinên xwe yên lazim bi rayedarên hikumeta alman re kiribûn. Civîn û hevdîtinên wan bi Komîsyona Karên Derve û berpirsên wan re û bi nûnerên partiyen siyasî yên li parlamena alman (Bundestag) çêbûn. Yek ji armanca van hevdîtinan ew bû  rewşa Şengalê û Rojava bê gotubêjkirin û ji aliyê alman re rewşa dawî bê ravkirin. Li aliyên din daxwaz hat kirin ku di warê aborî û avakirinê de alikarî bi Şengalê re û bi gelê me yê ketî ber êrîşên dewleta tirk li Rojavayê Kurdistanê re bê kirin.

Li gorî ku nûnerên saziyên êzîdiyan yên di hevdîtinana de hazir, soz ji wan re hatiye dayîn ku ji bo civaka êzdî li Şengalê û Rojava ew ê hin alîkariyan bikin. Aliyê alman li proje û daxwazên wan guhdarî kiriye û soz daye ji bo daxwaz û proje wan ên ji bo Şengale û Rojava gavên pratikî bavêjin. Wekî din jî hevdîten û têkiliyên heyî wê dewam bikin.

Derbarê vê pêvajoyê û bi hêzkirina yekîtiya neteweyî de min ji serokê  MŞD'ê Fikret Îgrek çend pirs kirin û wî jî xweşik li min vegerand.

Di nava yekîtiyeke neteweyî de civaka êzîdî wê çawa karibe di bin yek sîwanê de xwe bide ser hev?

Yekîtiyeke neteweyî wê ji bo civaka êzîdî di heman wextê de bibe pêngaveke dîrokî. Tu bala xwe bideyê, heger yekîtiyeke bi hêz a kurdî hebûya Şengal wê niha ne di vê rewşê de ba. Çeteyên DAIŞ'ê wê nikariya xwe nêzî Şengalê bikira. Mixabin civaka me êşên giran kişandin. Li aliyê din gelê êzîdî di nava partî û rêxistinên kurdî de dabeş kiriye. Dema ku partiyên kurdî hatin cem hev û yekîtiya xwe ava kirin, wê bi awayekî rasterast êzîdî jî bên cem hev. Lê pir pêwîst e ku êzîdî jî beriya vê di bin wê sîwana êzdayetî-kurdistanî de yekîtiya xwe ava bikin.

Berî çend rojan konferansa baweriyên Mezepotamiya li Hannoverê bi rê ve çû; Dînên kurdan çiqasî dikarin bibin stûn ji bo avakirina yekîtiya neteweyî?

Ev hewldanên bi vî rengî divê werin praktîzekirin û ev jî bêhtir dikeve ser milê kesayetên xwedî bandor di nava civaka me de yên wekî rûsipî, alimîn dînî/ruhanî, rewşenbîr, ew divê destekê bidin van pêngavên bi vî rengî, û hêzên kurdî mobîlîze bikin. Jixwe, konferansa li Hannoverê gelek tiştên ku li ser olên Mezopotamyayê nezelal bûm jî ronî kirin.

Di qonaxa avakirina yekîtiyeke xurt de rola Şengal wê çibe û çi divê ji bo Şengal û gelê wê bê kirin?

Şengal wekî cih bi coxrafiya xwe xwedî cihekî taybet e. Sedî sed wê rola Şengal di avakirina yekîtiya neteweyî pir hebe. Her çiqas bazarên xirab jî li ser Şengalê hatine kirin, civaka êzdî jî ji vê her gav bi gazin in, yanî dema ku êzîdiyên li Şengalê dixwazin statuya xwe ava bikin û xweseriya xwe ragihînin hêzên li wir yên wekî PDK'ê vê yekê napejirînin û şerê wê dikin. Tu dibînî, hikumeta Bexdayê jî hinekî destwerdanan dike. Şengal îro di dilê her kurdekî xwedî wijdan de ye, divê Şengal parastî bimîne.

Hûn wekî berpirsên êzîdiyan li derve çi ji we tê xwestin û banga we ji bo gelê we çi ye?

Divê tifaqeke mayînde û lobiyeke hevbeş ava bibe; karên dîplomasiyê ji bo civaka êzîdî werin xurtkirin. Ev jî bêguman ji saziyên êzîdiyan tê xwestin, ku van daxwazên êzîdiyan li Şengal û hemî deverên din bi raya giştî re parve bikin. Jixwe, em jî dikarin van daxwazên gelê xwe li derveyî welêt bi xebatên dîplomasiyê bi pêş bixînin. Heger êzîdî vê yekê nekin, fermanên li dijî êzîdiyan wê dewam bikin. Jixwe li derveyî welêt jî fermana spî heye ku hêdî hêdî dihelîne. Ji bo ku pêşî li vê yekê bê girtin divê êzîdî tifaqa xwe xurt bikin; yanî ev sedsal ji bo me dîrokî ye.

17.12.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nahêlen Nûdem derbasî Rojava bibe

ad

Hejmara nû ya Folklora Me derket

ad

Serokwezîr û Ahmet Turk tên bav hev

ad

Va ye bernameya FîlmAmedê

ad

Li Amedê 100 hezar kesî Xweseriya Demokratîk erê kir

ad

Ji hefteyekê çend not

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname