Îro li Qamiþlo 2 bûyer derketin
Îro li Qamiþlo du bûyerên girîng çêbûn: Yek jê bombe teqandin, ya din kuþtina rahîbekî ye.
Bombe teqandin
Îro saet li dor 15.40'î li bajarê Qamiþlo du erebeyên bombebarkirî li kolana El-Wihdê li navenda sûka sereke ya bajêr, teqiyan. Kolana El-Wihdê ji kolanên bajêr ên herî sereke û stratejîk e. Tê de bi sedan dikan û gelek otêl hene. Ev kolan taxên bajêr bi hev ve girê dide..
Di teqînê de li gor agahiyên pêþî 6 kesî jiyana xwe ji dest daye, li dor 40'î birîndar hene.
Ligel vê zirarek madî ya mezin jî çêsûye, zêdetirî 16 dikanan wêran bûne. Otela EEl-Suferaa, kefeteryeya El-Þimû û Kêf Kafê jî zirarek mezin dîten..
Rehîb hat kuþtin
Rahîbê Dêra Katolîk a Qamiþlo Îbrahîm Hena li ser rêya Hesekê-Dêrezorê ligel bavê xwe dema di erebeyê de bû hat kuþtin.