logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bi kurdî du 'Madonna' derketin û nîqaşê dest pê kir

Pêşî em bibîr bixin: Romana bi navê "Kurk Mantolu Madonna" ji aliyê nivîskar Sabahattin Ali ve bi tirkî hatiye nivîsandi

  • Dîrok: 03/11/2019
  • Beş: Berhem

Diyarname

Pêşî em bibîr bixin: Romana bi navê "Kurk Mantolu Madonna" ji aliyê nivîskar Sabahattin Ali ve bi tirkî hatiye nivîsandin. Yekem car di sala 1943'yan de hatiye weşandin û niha wekî klasîkek tirkî di nav qada wêjeya kurdî de cihê xwe girtiye. Romaneke evîniye. Roman çîroka evînî ya Maria Puder û Raif Efendî tîne ziman. Romana ku niha hê jî bi tirkî ji aliyê Weşanên YKY'ê ve tê weşandin, heta niha 98'emîn çapa wê hatiye weşandin.

Piştî ku 70 sal bi ser weşandina romanê re derbas bû ji bo wergera zimanên din mafê telîfê jî ji holê rabû. Bi vê re roman bi kurdî jî derket. Derket lê ne kesek, du kesan wergerandiye; çap bû lê ne weşanxaneyek du weşanxaneyên kurd bi hev re, di heman demê de pirtûk çap kirin û pêşkêşî xwendevanan kirin.

Pirtûka bi wergera Yunus Das ji Weşanên J&J, bi wergera Receb Dildar ji Weşanên Darayê derketiye. Kurdiya romanê niha li Fûara Pirtûkan a Stenbolê li ser standa her du weşanxaneyan heye û yên bixwazin dikarin bi dest bixin.

J&J'yê roman bi navê "Madonyaya Mantokurk lê", Darayê bi navê "Madonnaya Bi Mantoyê Kurk" bi weşandiye. Bi navên cuda cuda weşandina romanê di qada tora civakî de jî bû mijara nîqaşê û gelek kesî tiştin nivîsîn.
Ji wan nivîskar Cîhan Roj wisa nivîsî. "Xuya ye di wergera navê romanê de lêgerîn hene. Gelo çima navê romanê di kurdî de naguherînin? Di zimanên din de hin nav an têne adaptekirin an jî li gorî naverokê ji nû ve nav lê tê danîn..." Roj piştî van gotinan pirsa "Ma 'Mantoyê Madonnayê' ne bes bû?" kiriye.
Huseyn Zana ku heta niha edîtoriya gelek pirtûkan kiriye wî jî wisa nivîsiye "Min kitêb nexwendiye. Bi ya min jî navê kitêbê xweş wernegerandine" û ev pêşniyar kiriye: "Madonnaya Mantokurk."

Kesek bi navê Doryesh Ziktij jî ev pêşniyar kiriye: "Bu kurdî kurmancî navê pirtûkê wisa dibe: Madona ya bi Mantoyê ji Post, yan jî Madonaya Mantoyê Post Lê."

Li dinyayê wergêr gelek caran navan naveroka pirtûkê û li gor zimanên ji bo wê werdigerînin diguherînin. Dema pirtûka Orhan Pamuk "Benim Adim Kirmizi" ji bo îngilîzî hat wergerandin, wergêrên îngilîz gelek nîqaş kirin ku navê "My Name is Red" lê bikin yan tiştek din lê bînin...

Axir di kurdî de bi du navên cuda hatibin weşandin jî klasîkek ji bo kurdî hatiye wergerandin û li benda xwendevanên xwe ye.
Wekî nota dawî, romana ku heta niha tenê YKY'ê dikarî çap bike ji ber ku telîf di destê wan de bû, bi rabûna mafê telîfê re îsal hin weşanxaneyên din ên tirk jî ev roman û pirtûkên din ên Sabahattan Ali çap kirin. 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmê Google tê kişandin

ad

Ji bo bîranîna Şerzan Kurt, turnuvaya Futbolê

ad

Bi heviya tuyê bi azadî li wan deran bimeşî

ad

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

ad

Klîba Hefteyê. 'Çavreşê'

ad

Konferansa zimanê kurdî dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname