logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Rêzefîlmê derhênera kurd di Netflixê de dest pê kir

Di rêzefîlmê "Skylines" a Netflixê yê şeva din hat weşandin de hem karekterên kurd hene û hem jî derhênera 3 beşên dawiy

  • Dîrok: 28/09/2019
  • Beş: Çapemenî

Zekî Ozmen


Di rêzefîlmê "Skylines" ê Netflixê yê şeva din hat weşandin de hem karekterên kurd hene û hem jî derhênera 3 beşên dawiyê kurd e. Naveroka rêzefîlmî li ser têkiliya hip hop, pere û krîmînaliyê ye. 

Produserê muzîkê Jinn (Edin Hasanovic) ku nava rojê di hotelekî de dixebite, bi şev jî ji hevalê xwe yê herî nêzîk Tonic re stranên hip hopê çêdike. Piştî şîrketa muzîka Skyline bi şertê ku Jinn dev ji hevkariya Tonic berde, ew ê peymaneke ji bo produseriyê pê re çêbike, çîroka tevlihev a bi nav û dengbûnê, pere û krîmînaliyê dest pê dike.

Rêzefîlm li Frankfurtê hatiye kişandin, ji ber ev bajer wekî navendeke ku gelek hip hopvan jê xuliqîne tê naskirin. Skylines rêzefîlmê çaremîn ê almanî yê di Netflixê de ye.

Hem derhêreke rêzefîlmî û hem jî gelek lîstikvan û karekterên rêzefîlmî kurd in. Soleen Yusef ku bi eslê xwe ji Duhokê ye, derhêneriya her sê beşên dawiyê yên rêzefîlmî kiriye û derhêrê her sê beşên destpêkê Max Elenwein bû. Muzîka jenerîkê ya rêzefîlmî jî hip hopvanê alman ê esilkurd Haftbefehl e. Her wiha hip hopvanê navdar ê alman ê esilkurd Azad jî di rêzefîlmî de dilîze. Artîstê kurd Erdal Yidiz jî di rêzefîlm de xwedî karekterê Ardan e. Ji bilî wan, artîsta swîsrî Carol Schuler jî karekterê hip hopvaneke kurd a xirab a bi navê Zîlan dilîze.

Piştî rêzefîlm hat weşandin, hema bêje tu dezgehên ragihandinê yên mezin ên alman neman ku nivîs derbarê wê de neweşandin. Kovara Stern wiha danasîna rêzefîlmî kir: "Ev rêzefîlm ji rasteqîniyê pêk tê. Çîrokeke bi kelecanî ye, artîst gelek baş in û soundtrack têkûz in. Ev hemû bi hev re Skylinesê wisa dikin ku hesta ev rêzefîlm li Almanyayê hatibe çêkirin bi mirov re peyda nebe." 

Derhênera rêzefîlmî Soleen Yusef ku derhênereke gelekî ciwan e berî niha di Rûdawê de behsa derhêneriya xwe ya vî rêzefîlmî û projeyên xwe yên dahatuyê jî kiribû. Yusef diyar kiribû ku wê hewl daye hestên xwe yên kurdî tevlî rêzefîlmî bike. Wê her wiha destnîşan kiribû ku ew niha li ser rêzefîlman kar dike, ji bo tecrubeyê ji xwe re çêbike û stîla xwe pêş bixe.

Derbarê projeyên xwe yên dahatuyê de jî ew wiha axivî bû: “Bi senaryoya fîlmekî derbarê keçeke kurd a biçûk a ji futbolê hez dike ve mijûl im û ji bo wê min foneke alîkariyê jî standiye. Fîlm wê li Berlînê were kişandin. Lê armanca min a herî mezin ew e vegerim Kurdistanê û fîlmekî kurdî çêbikim. Ez dixwazim sînemaya kurdî pêş bixim. Dixwazim bibim parçeyek di guherîna sînemaya kurdî de."

Her şeş beşên rêzefîlmê Skylines ji doh ve li ser Netflixê hatine belavkirin û aboneyên wê dikarin yekser li pey hev li hemû beşan temaşe bikin.


Derhêner Soleen Yusef ji Duhokê ye, li Almanyayê dijî û dibêje ew dixwaze di guherîna sînemaya kurdî de bibe parçeyek wê guherînê.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cîndoruk bû serokê DP'ê

ad

PEN'a Kurd xwest nivîskar û rojnamegerên girtî bêne berdan

ad

Pêşjuriya Porteqala Zêrîn: Ev yek sansur e!

ad

Wêneyê rojê: Komîteya amadekar karê xwe dike

ad

Mîtanî piştî 3 salan dîsa vebû

ad

Îtîfaqê banga diyalogê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname