Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a li Swêrê li ser jiyan û berhemên Mela Mehmûdê Bazîdî û A. Jaba semînereke li dardixe.
Semînera komeleyê wê roja 18'ê vê mehê li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê li dar bikeve. Di semînerê de wê nivîskar û werger Ziya Avci wê li ser berhemên wan biaxive.
Berhema M. Mehmûdê Bazîdî "Adet û Rusûtnameyê Ekradiye" ji aliyê Ziya Avci ve hatibû amadekirin û weşandin. Heman berhem ji aliyê nivîskarê malpera me Jan Dost ve jî hatibû amadekirin û pirtûk li Stenbolê ji Weşanên Nûbiharê derketibû.
Semîner
DEM: 18.09.2010
SAET: 13:00
CIH: Kitêbxaneya Kurdî
Vattugatan 16, Sundbyberg
(li nexşeyê binêre http://www.kurdlib.org/contact.aspx?lang=10)