Enqere
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesut Barzanî wê hevdîtineke pêk bînin.
Barzanî ji bo hinek hevdîtinan duh êvarê hat Enqereyê. Barzanî piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Tirkiyeyê R. Tayyip Erdogan, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu sibê (4 pûşper) wê bi Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş re hevdîtineke pêk bîne. Çêbûna hevdîtinê hate erêkirin lê nehatiye diyarkirin ku sibê wê li ku û saet çendan de hevdîtin pêk bê.