Diyarname
Kovara "Kurt Tarihi" ku li Tirkiyeyê du meha carekê derdikeve di hejmara xwe ya nû de li ser "Alfabeyên ku kurdan bikar anîne" dosyaya xwe amade kiriye.
"Kurt Tarihi" (Dîroka Kurdan) bi diruşma "Kurt bi dîrokê, dîrok bi kurdan re tê ba hev" dest bi weşana xwe kiribû du mehan carekê derdikeve. Kovara ku bi tirkî weşanê dike û rastî geleke eleqeyê jî tê heta niha 5 hejmarên wê derketine. Di hejmara 5'an (reşemî-adar 2013) de kovarê li ser "Alfabeyên ku kurdan bikar anîne" dosya amade kiriye. Di dosyayê de nivîsên wekî "Alfabeya herî kevn a kurdan ku tê zanîn", "Yekemîn pirtûka gramera kurdî û Ferhenga îtalyanî-kurdî", "Pêvajoya alfabeya kurdan a berî Îslamê", "Xelîl Xeyalî û Elîfbaya Kurmancî" hatine weşandin. Her wiha di vê çarçoveyê de Mesun Yegen bi Şerif Derince re hevpeyvîneke kiriye û hevpeyvî bi sernavê "Ji Medreseyê heta diasporayê kurdiya nivîskî" hatiye weşandin.
Di kovarê de gelek nivîsên din ên li ser kurdan hatine weşandin. Yek ji wan "Romana bi almanî ya prensekî kurd" ku di vê nivîsê de li ser romana Kamûran Bedirxan a bi navê "Der Adler von Kurdistan" (Qertelê Kurdistanê) hatiye rawestandin. Di nivîsê de tê gotin ku "Roman li gor atmosfera siyasî ya serdema xwe dikare di çarçoveya 'sazkirina hişeke neteweyî' de bê nirxandin."
Her wiha "Îlmîhaleke Tirkî-Kurdî", "Kurd feodalîzmê jiyan?" jî hin ji wan nivîsên ku di kovarê de hatine weşandin ni.
Ji bo kesên eleqedar, agahiyê berfireh û agahiyên abonetiyê:
www.kurttarihi.org
***
Ji nav nûçeyên Diyarnameyê:
- Şaredariya Nisêbînê ji bo Rojava alîkariyê dide hev
- Komeleya Nivîskaran ji bo 'Roja Çîrokê ya Cîhanê' çalakî li dar dixe
- 'Rewşa zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê'
- Ocalanî heta niha çend pirtûk xwendine?