Diyarname
Yek ji warên tûrîzmê Riha ye û Gola Masiyan a Rihayê gelek bala tûrîstan dikişîne. Her sal bi sed hezaran kes diçin serdana vê golê.
Cihê ku Hz. Îbrahîm lê avêtine agir û ew agir bûye gol ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê bala tûrîstan dikişîne. Tenê îsal 350 hezar tûrîst çûne Rihayê û serdana golê.
Riha ku ew qas bala tûrîstan dikişîne dixwaze pênasa Bajarê Mezin bi dest bixe.
Yek ji bajarên ku dixwaze pênasa Bajarê Mezin bi dest bixe jî Meletî ye. Meletî bi mişmişên xwe navdar e. Li gor daneyê meha reşemî ya sala 2010'an îsal 67 hezar ton û 756 kîlo mişmiş firotine 88 welatên derveyî Tirkiyeyê. Û ji vê firotinê 193 mîlyon û 41 hezar û 351 dolar pere hatiye bi dest xistin.
Ji bilî van her du bajaran li Tirkiyeyê bajarên wekî Denizli, Trabzon û Mereş jî dixwazin bibin bajarên mezin. Niha li Tirkiyeyê Amed, Riha jî têde bi giştî 16 bajar di asta Bajarên Mezin de ne.
Li gor zagonên Tirkiyeyê bajarek ji bo wekî Bajarê Mezin bê hesibandin û qebûlkirin idvê serjimariya wê bi ser 750 hezar kesî re be. Serjimariya Rihayê 482 hezar û 323, yê Denizli 488 hezar û 768, yê Meletî jî 388 hezar û 590 e. Serjimariya Mereşê 384 hezar û 953, yê Trabzonê jî 230 hezar û 399 e. Li gor serjimariyê ev bajar nikarin bikevin nav statuya Bajarên Mezin lê Hikumeta AK Partî dixwaze berî hilbijartina 2011'an pênasa Bajarên Mezin bide van bajaran. Li ser vê yekê tê gotin ku Wezîrê Karên Hundir Atalay xebatê dike.
Wekî notek: Çima bajar dixwazin bibin Bajarê Mezin?
Sedem ev e: Bajarên ku bikevin nav statuya "Bajarê Mezin" para ku ji bacan a bajaran digire zêde dibe. Qadên nû yên ticaretê lê vedibin, qîmeta arseyan zêde dibe. Her wiha ji bo çêkirina pergaya ragihandinê ya bi rêya hesinî (wekî metro, tramvay) hêsantir bersiva erê ji Enqereyê dikarin bigirin. Dîsa li navendê jî şaredariyên navçeyan çêdibin.


