Diyarname
Li dinyayê 6 nivîskarên navdar ji Esad re name şandin. Orhan Pamuk jî di nav wan de, nivîskar ji Esad xwestin ku îstîfa bike.
Li gor nûçeya Kayhan Karaca ya di malpera NTV de nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Orhan Pamuk, nivîskarê îsraîlÎ David Grossman, yê îtalyan Claudio Magris, yê ji cezayîrê Bualem Sansal, yê alman Martin Walser, siyaset û civaknas ê bi eslê ew alman yê fransiz Alfred Grosser bi hev re nameyeke nivîsandin û name di rojnameya Liberation a fransiz de cih girt. Nivîskaran ji Serokê Sûriyê Beşar Esad re nameya eşkere weşandin, jêre gotin "ji bo rizgariya gelê Surîyê îstîfa bike" û xwest aliyên ku di pevçûnê de ne di bin banê Neteweyên Yekbûyî de dest bi muzakereyan bikin.
Di nameyê de wisa hate gotin: "Wekî Serokdewletê yemenê Ali Abdullah Salih hûn jî dikarin çûyîna xwe muzakere bikin. Ger Rusya û Çîn we wekî mêvan qebûl neke, here Cezayîrê. Cezayîrî mirov in ku xwedî bîr in. Hê ji bîr nekirine ku Sûriyê ji bo lehengê wan Emir Ebdulqadir hembêz vekir."
Di nameyê de gotin ku îstîfa ji bo Esad, malbata wî, dost, herêm û dinyayê tekane rêya çareseriyê ye û wisa gotin: "Ji bilî îstîfayê mixabin tekane rêya li ber we û malbata we mirineke wekî Sedam Huseyîn, an jî Miamer Qedafî ye. Yanî li La Hayeyê di hucreyeke qirêj de heta dawiya temenê girtî mayîn."
Her wiha nivîskaran ji Esad re gotin ku bi Rusya û Çînê bawer neke.


