Diyarname
Van salên dawî rojeva kurdên Bakur bi meseleya "Xweseriya Demokratîk" dagirtiye. Kurd wekî statu Xweseriya Demokratîk dixwazin, lê çi ye ev model? Niha du berhem bersiva vê pirsê didin.
Yek ji wan berheman pirtûka Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yê BDP'ê Demîr Çelîk ku bi navê "Demokratîk Ozerklîk ve Oz Yonetîm" (Xweseriya Demokratîk û Xebirêvebirin) hatiye weşandin û pirtîka din jî ya Hevşaredarê Îpekyoluya Wanê Veysel Keser e ku bi navê "Kurtler, Yerel idareleri ve Ozerklik" (Kurd, Rêveberiyên Herîm û Xweserî) hatiye weşandin. Her du pirtûk jî ji Weşanên Do derketine.
Tevgera Bakur di van salên dawî de ji bo kurdan li çar parçeyan qala xwe bi rê ve birinê dike. Ev xwebirêvebirin ne wekî dewlet lê li nav sînorên dewletê de bi serê xxwe biryar dayîn, xwe bi rê ve birin... Tevgera Bakur bi taybetî jî ji bo Bakur ji Tirkiyeyê dixwaze ku Tirkiye Zagona Bingehîn biguherîne, xweseriyê bide kurdan. Ew dixwaze kurd ji bikaranîna çavkaniyên xwezayî heta perwerdehî, ji tenduristî heta hawirê, heta çandê raye ji rêveberiya navendî bêne girtin û wan teslîmê rêveberiyên herêmî bêne kirin. Tevgera Bakur dixwaze ev di çarçoveya Zagona Bingehîn de bêne qebûlkirin. Her wiha ew vê modelê ji bo hemû Tirkiyeyê dixawze û dixwaze Tirkiye li 20-25 herêman bê belavkirin.
Meseleya xweseriyê piştî belavbûna Osmanî û bi avabûna Komara Tirkiyeyê re jî ketibû rojevê. Ataturk di hevpeyvîna ku dabû rojnamegeran de qala xweseriya kurdan kiribû. Her wiha her tê gotin ku di 10.02.1922'yan de Meclisa Tirkiyeyê zagoneke ku xweseriyê dide Kurdistanê qebûl kiriye û ev zagon ji 18 xalan pêk dihat, lê ev zagon û ev xal qet neketin jiyanê.
Di vê sedsala 21'ê de mesele dîsa hatiye bi xweseriyê ve hatiya girêdan. Di vê serdemê de Tevgera Bakur ev xwebirêvebirin wekî "Xweseriya Demokratîk" bi nav kiriye. Wê çaxê çi ye ev Xweseriya Demokratîk? Niha du pirtûk dikin ku bibin bersiv.
Xalên xweseriyê
Demîr Çelîk niha mebûsê HDP'ê ye. Ew bi salan ji Rêveberiyên Herêmî Berpirs, Cîgerê Serokê Giştî yê DBP'ê bû. Li ser vê rêveberiyê ders da gelek şaredaran, li ser modelê nirxandin û nîqaş kir. Çelîk niha li ser vê modelê pirtûkek amade kir û pirtûk ji Weşanên Do derket. Çelîk qala modelên li welatên din ên wekî Belçîka, Hindistan, Afrîkaya Başûr, îtalya, Moldova û hwd. çêbûne jî disekine û paşê tê ser modela Xweseriya Demokratîk a ku ew dixwazin û vê rave dike. Pirtûk ji aliyê çandî, aborî, ekolojî, hiqûq, dîplomasî û xweparastinê ve jî nirxandinê pêşkêş dike.
Ji têkiliyê kurd û tirkan heta xweserî
Pirtûka din ku li ber dest e û li ser xweseriyê ye ya Şaredar Veysel Keser e. Keser ji modelan heta têkiliya kurd û tirkan a serdemên berê, ji serhildanên kurdan heta niha, heta modela Kantonên Rojava, eniya pirtûkê hinek fireh kiriye. Mirov dikare vê pirtûkê hem wekî pirtûkek li ser dîroka kurdan hem pirtûka bersivê dide modelek çawa bibîne.
Çelîk jî Keser jî ji şaredarî tên. Her duyan jî serê xwe bi meseleya xwebirêvebirinê re êşandiye û di dawiyê de ev her du pirtûk pêşkêş kirine. Bi kurtahî herdu pirtûkên niha li ber dest in ku her du jî bi tirkî hatine nivîsîn bersiva pirsên xweseriyeke çawa didin. Di vê serdema ku meseleya xweseriyê didome û dê hê bidome de her du pirtûk dikin ku ji aliyê xwe ve ji bo pirsan bibin bersiv.
Demîr Çelîk kî ye?
Ew roja 21.12.1959'an ed li Gimgima Mûşê hatiye dinê. Li Zanîngeha Hacettepeya Enqereyê Fakulteya Dermankarî xwendiye. Di navbera 2008-2010'an de Serokatiya Giştî ya BDP'ê kiriye. Çelîk di navbera 2004-2009'an de Şaredariya Vartoyê kir. Di sala 2011'an de ji Mûşê wekî mebûs hat hilbijartin. Ew hê mebûsê HDP'ê ye.
Veysel Keser kî ye?
Ew di sala 1971'ê de hatiye dinê. Li Hacettepeyê Beşa Hunerên Bedew xwendiye. Di DEHAP, Ozgur Partî, DTP, BDP'ê de kar kiriye. Di sala 2012'yan de ji "Dozên KCK'ê" hatiye girtin. Ew di 30'ê adara 2014'an de li Îpekyoluya Wanê wekî Hevşaredarê Îpekyolu hatiye hilbijartin.
**
REKLAM
"Ji Osmanî heta Komarê Dêrsim"