Diyarname
Şaredariya Dêrikê 3 rojan dê hin fîlmên bi kurdî li parkan nîşan bide. Çalakiya ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê ve bi hevkariya Akadekila Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Mezopotamya Sînema ve tê organîze kirin dê 17'ê mehê dest pê bike. Fîlm li Dêrikê li 2 taxan êvarê dê bêne nîşandayîn.
Di çarçoveya bernameyê de dê fîlmên 'Meş", "House Without Roof*, "Klama Dayika Min", "Biryareke Zor" û "Rê" bêne nîşandayîn.


