RUKEN ADALI
Wênekêşê Outdoor Oracle yê Bin-avê Caner Candemir, berê objektîfa xwe ji binê avê re da Heskîfê. Dema mirov li van dîmenan dinêre mirov ev gotin tên bîra mirov: “Divê ev dîmenên bedew di bin ava bendavê de nemînin.”
Heskîfa ku dewleta Tirkiyeyê diXwaze bendaveke li wir çêbike û bi vî awayî jî wê di bin avê de bimîne, heta niha bi hezaran caran, bi bi hezaran objektîfan hatiye bêmirinkirin. Vê carê jî ji bin avê re objektîfan berê xwe da Heskîfê. Ew dîmenên ku derdikevin bi mirov van gotinan didin gotin: “Divê ev dîmenên bedew di bin avê de nemînin.”
Vê carê wênekêşê Outdoor Oracle yê Bin-avê, Caner Candemir bi wêneyên xwe Heskîfê bê mirin kir.
Wênekêşên Ourdor Oracle ya di hêla sporên xwezayê û ekoturîzmê de dixebite, gelek caran berê objektîfên xwe didin xwezayê. Vê carê jî wênekêşê vê Caner Candemir wêneyên Heskîfa ku wê di bin avê de bimîn û tunekirina wê tê xwestin, girt.
Candemir diyar kir ku karê wî, wî dicoşîne û dibêje; “Bi taybet girtina wêneyên mirov mereq dikin û cihên ku mirov nedîtî pir xweş e. Bi ya min hêja ye ku mirov dîmenên Heskîfê ku wê di bin ava bendava Ilisuyê de bimînin, bikişîne”.
Candemir diyar kir ku wî semyana Heskîfê ji bo sedsalan parastiye û di nivîsa xwe ya di malpera Outdoor Oracleyê de di der barê Heskîfê de wiha dibêje; “Bi tayebetî, pira kevirîn ya li ser çem, tenê stûnên wê dixuyên. Di dîrokê de tê gotin ku pira kevirîn di dema Artukiyan de hatiye avakirin. Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên pirê, fîgurên duwazdeh birc yên li ser lingê navendê hatine bicihkirin. Lê mixabin, lingên pirê hilweşiyane û îfadeyên li ser pirê nayên dîtin. Dîsa yek ji girîngtirîn avahiyên Heskîfê Mizgefta El-Rizq e. Li rojhilatê Dîcle û li kêleka lingên pirê hatiye avakirin”.
Her wiha, Candemir bi bîr xist ku wê Heskîf di bin ava Bendava Ilisuyê de bimîne û dibêje; “Tê diyarkirin ku di çarçoveya projeya Heskîfê de wê mîmariya avahiyên dîrokî yên Heskîfê yên girîng ango pira kevirîn û mizgefta El-Rizq jî ji bo cihê ku hatî diyarkirin bibin”.
Ji ANF'ê hatiye girtin