Diyarname
Vê hefteyê 3 jê ji Tirkiyeyê 8 fîlm ketin vîzyonê. Ji yên biyanî yek jê anîmasyon e. Di nav van de "Stan & Olli" derdikeve pêş.
Du hunermend Stan Laurel û Oliver Hardy di navbera salên 1920-1955'an de di nav fîlman de rol digirin ser milên xwe. Ew wekî du navên girîng ku qet nayên ji bîr kirin di nav dîroka sînemayê de bi cih bûn. Niha fîlmekî li ser wan hat kişandin. Fîlmê bi navê "Stan & Ollie" ku li Tirkiyeyê bi navê "Laurel ile Hardy" ketiye vîzyonê ji aliyê derhêner Jon S. Baird ve hatiye kişandin. Fîlm berê xwe dide ser rêwîtiya jiyana wan a li nav sînemayê û zêdetir jî li ser tûrnewa xatirxwestinê disekine. Piştî bi dawîbûna kariyera wan hevaltiya wan jî didome û ev fîlm aliyek de vê pêşkêş dike, li aliyê din temaşevanan dide coşandin. Di fîlm de Steve Coogan, John C Reilly, Shirley Henderson û Nina Arianda dilîzin
Vane hemû fîlmên ku ketine vîzyonê:
- Yesterday / Derhêner Danny Boyle
- Treat Me Like Fire / Derhêner Marie Monge
- Stan & Ollie / Derhêner Jon S. Baird
- Annabelle Comes Home / Derhêner Gary Dauerman
- The Underwater Adventures of Sadko / Derhêner Vitaly Mukhametzianov û Maksim Volkov / Anîmasyon
- Sahir: Deep Web / Derhêner Berk Aygul
- İfrit / Derhêner Suat Ay
- Geçmiş Olsun / Hasan Dogan


