Diyarname
17'emîn Festîvala Fîlman a Jinan a Gerok "Fîlmmor" li 7 bajaran li dar dikeve; pêşî li Stenbolê.
Fîlmmor fîlmên li ser jinan, fîlmên ku ji aliyê jinan ve hatine kişandin pêşkêş dike. Îsal 17'emîn car e li dar dikeve. Îsal 7'ê vê mehê li Stenbolê dê dest pê bike û heta 17'ê mehê dê bidome. Bernameya Stenbolê bi vî rengî de. 7'ê mehê li Sînemaya Modern a Stenbolê, 9'ê mehê li Navenda Çanda Caddebostan retrospektîfa Agnes Varda di bin navê "Der barê Agnes de her tişt" li dar bikeve û heta 30'ê mehê bidome. Agnes Varda yek ji derhênerên azadîxwaz, femînîst e. Ji bilî bernameya li ser wê û berhemên wê, bernameya nîşandayîna fîlman a Fîlmmorê di navbera 11-17'ê mehê de li Navenda Çanda Fransiz (Li Beyogluya Stenbolê ye) û di navbera 12-16'ê adarê de li Navenda Çanda Bariş Manço (Li Kadikoya Stenbolê ye) dê li dar bikeve.
Piştî Stenbolê Fîlmmor dê berê xwe bide bajarên din ku bernameya bajarên din jî bi vî rengî ye: Giresun 9-10 Adar; Îzmîr 6-7 Avrêl; Mêrsin 13-14 Avrêl; Antalya 20-21 Avrêl; Edene 27-28 Avrel; Amed 4-5 Avrêl.
Di nav bernameya Fîlmmorê de ji gelek welatan bi gelek zimanan 74 fîlm hene. Her wiha panel, forûm û gotûbêj jî hene. Ji ber ku Fîlmmora îsal berî hilbijartina herêmî li dar dikeve di forûman de bala xwe dane ser hilbijartina herêmî û meseleya jinan. Di vê çarçoveyê de bi navê "Bu ne guzel demokrasî!" dê fîlmê ku Belmîn Soylemez, Berke Baş, Haşmet Topaloglu, Somnur Vardar kişandiye bê nîşandayîn û li her 7 bajaran forûm li dar bikeve. Di forûma li Stenbolê de dê Bahar Yalçin, Februniye Akyol, Serpil Çakir, di forûma li Amedê de jî dê Ayla Akat Ata, Ayşe Gokhan û Nebahat Akkoç biaxivin.


