Piştî ku xwendekarekî amadeyiyê berî çend rojan hate revandin, duhî êvarê li taxa Serwerî ya li bajar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi birîndarî hate dîtin, di dema rakirina nexweşxaneyê de ji ber giraniya birînê wî jiyana xwe ji dest da.
Rêvebirê Polîsê Silêmaniyê Necmedîn Qadir ji PUKmedia’yê re ragihand ku Mihemed Tahîr ku xwendekarekî qonaxa dibistana navendî bûye, ji aliyê kesên nenas ve bi du guleyan hatiye kuştin.
Qadir diyar kir ku li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
Ji PUKmedia hatiye girtin


