Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Roja 21’ê ve mehê Roja Zimanê Zikmakî ya navneteweyî bû. Li Tirkiyeyê zimakê kurdî hê jî bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin. Di vê rojê de saziyên kurdan derketin qadan û xwestin zimanê kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Digel vê yekê, li ser kurdî hin pêşketin jî hene. Digel aliyên wê yên bêne rexnekirin jî TRT 6 niha bi kurdî weşanê dike. YOK dixwaze Kurdolojiyê veke lê zanîngehên taybet bi vekirina Kurdolojiyê kirin jî. Hilbijartin tê, berendamên DTP’ê dixwazin bi kurdî propagandayê bikin. Di rewşeke wisa de, li ser mijarên bi vî rengî me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan re hevpeyvîneke kir.
Em ji meseleya Kurdolojiyê dest pê bikin. Serokê YOK’ê derket û got: “Emê kurdolojiyê vekin.” Hûn bi çavekî çawa li meseleya Kurdolojiyê dinêrin?
Ev tişt wekî paketekê pêk neyê pirsgirêkê çareser nakin. Kurdolojî ji bo têkiliyên kurd û tirkan normalîze bibin baş e. Ji ber ku civaka tirk di mijara kurdan de nezan hatiye hiştin. Kêmagahî hatiye hiştin. Mesela akademîsyenên wan agahiyên xwe ne ji qadê, ji derve, ji Ewropa, ji vir de û wir de berhev kirine. Tu cîranê xwe nas nakî, tu diçî cîranê xwe bi ser yekî biyanî re nas dikî. Belkî bi vî awayî Kurdolojî têkiliyan normalîze bike. Lê ji bo ku bi awayekî zanistî kurdolojî çêbe, yanî dîroka kurdan, etnografyaya kurdan, zimanê kurdan, çanda kurdan çêbe divê hebûna kurdan, nasnameya kurdan bê qebûl kirin. Ev nebe dikarin meselaya ‘Kart-kurt’ê bînin rojevê. Divê înkar ji holê rabe. Wekî din divê perwerdehî bi kurdî be. Perwerdehî jî serê pêşî ji dibistana seretayî dest pê dike. Ev zanîngeh jî divê wisa bêne avakirin.
Ji bilî Kurdolojiyê, tu qala vekirina zanîngehan dikî. Ev zanîngeh dê li ser çi beşê bin?
Ji bilî Kurdolojiyê divê di zanîngehên perwerdehiyê de beşên gihandina mamosteyên kurdî hebe. Wekî din divê beşên wêje û zimanê kurdî vebin. Di beşa dîroka tirkî de wekî ku kurd qet nebin derbas dibe. Bi vî awayî nabe. Kurd li herêmê hebûne, têkiliyên wan bi tirkan re hebûne. Qala Şerê Melazgîrê tê kirin ku deh hezar leşkerên kurd têde hebûne. Di dîroka ne fermî de ev tişt hene, wê çaxê divê ev yek bikeve zanîngehan jî. Dîsa di zanîngehên de beşên rojnamegerî divê vebin. Rewşa çapemeniya tirk a di dema vekirina TRT 6’ê de rewşek gelek kambax bû. Ji vê yekê jî ev perwerdehî divê xizmeta tiştekî bike. Xizmeta tiştekî neke tu bi çi çavî li zimanê sumerî dinêrî bi vî awayî li zimanê kurdî binêrî çênabe. Kurdî zimanê mîlyonan e, çandeke wê heye, zimanek zindî ye, li Rojhilata Navîn giraniyeke wê heye, divê bi vî çavî lê bê nêrîn. Ev beş jî divê bi vî çavî bê vekirin.
Di nav nîqaşan de Serokê YOK’ê gotibû ‘li Tirkiyeyê mamosteyên kurdî nîn in, emê ji Başûr yan ji Ewropayê mamosteyan bînin.’ Bi rastî li Tirkiyeyê mamosteyên kurd nîn in?
Ez vê bibêjim: Heke bixwazin li Tirkiyeyê potansiyeke xurt a kurdî heye. Dîroka resmî ku qala kurdan nake tişteke, ya ne resmî tişteke din e. Di dîroka resmî de qala 10 hezar leşkerên kurd ên li Melazgirê nayê kirin. Di dîroka resmî de qala rojnameya Kurdistan ku di sala 1898’an de hatiye vekirin nayê kirin. Yan jî mesela Kurd Tealî Cemiyetî bi serhildana xwe di vê dîrokê de tê bi navkirin. Ji ber vê, li Tirkiyeyê bi awayê ku ew dibêjin bi aweyekî resmî kadro tune ne lê bi awayê ne resmî, ne fermî xebateke kurdî heye, ji salên 90’î ve xebateke bi rêk û pêk û sîstematîk heye. Ji 90’î ve rojnameyên bi kurdî, kovar û pirtûkên bi kurdî derdikevin, navenda çanda kurdî heye. Enstîtuya Kurdî heye. Bi têra xwe mamoste hene.
Baş e, ji bo Kurdolojiyê YOK serî li we bide hûn dikarin alîkariyê bikin?
Em hem wekî Enstîtuya Kurdî, hem wekî TZPKurdî xebateke dikin. Me civîna xwe ya Meclisa Perwerdehiya TZPKurdî lidar li wê derê agahî hate ber destê me; li gor vê niha 1500 kes beşdarî qursên me dibin. Tenê li Stenbolê niha li 23 cihan qursên me hene. Ji Esenyurtê heta Umraniye, Kartal û Maltepeyê xebat têne meşandin. Wekî din xebateke xurt a mamosteyan heye, li van cihan bi dehan mamoste dersê didin. Hinek ji wan formasyona wan a mamostetiyê jî heye, jixwe bi awayekî resmî di dibistanên tirkî de mamostetiyê dikin, kurdî jî baş dizanin. Heke bixwazin em dikarin alîkariya wan bikin. Wekî din di asta kurdî ya bilind de Enstîtuya me ev şanzdeh sal in xebata kurdî dike, qadroyên wê jî gihîştine. Ji bilî vê li derveyên me jî sazî hene, dîsa şexsiyetên serbixwe jî hene ku van xebatan didomînin, li ser kurdolojiyê xebatê dike, mînak wekî Mehmet Bayrak.
Ez wisa bipirsim: Tu jî têde, tu dikarî navê pênc kesan bidî ku dikarin di Kurdolojiyê de bi rehetî bi awayekî pisporî dikarin dersê bidin?
Belê, ji bo ziman ez bibêjim; Mesela hevalê Zana Farqînî, Dilawer Zeraq, ez dikarim navê Mustafa Borak bidim, Ronahî Onen, Adar Jiyan, Sadik Varli, Kawa Nemir, Serwet Denîz, Mamoste Qedrî, Azad Zal... Ez dikarim gelek navan bidim. Jixwe bi sedan mamosteyên kurd hene hem hakimê kurdî ne, hem jî li dibistanên tirkî dersê didin bi awayekî resmî. Mesela Behlûl Zelal, Mikayil Bilbil, Mevlut Aykoç. Kesên bi vî rengî pir in.
Hûn dixwazin bixebitin ji bo zanîngeheke dewletê?
Heger ev xebat xizmeta tişteke neke nabe. Ev însan li zanîngehê bixebitin dê çi bikin? Divê zixmetek hebe. Wekî din ger xizmeta perwerdehiya bi zimanê kurdî neke, pir wateya wê tune ye. Dibe ji bo alîkariyê em bixebitin jî lê di encamê de xizmeta çareserî nake. Mesela, li Ewropayê, li Rusyayê akademî hene, ez dizanim ku tişteke nîn e. Mesela li Rusyayê di beşa Rojhilata Nêz de beşa kurdî heye, têde prof hebûn lê li dû xwe xwendekar nehiştin. Ji ber ku ji bo van dewletan kurdî ne tişteke stratejîk e. Li Sorbonê jî wisa ye, li dû xwe xwendekar nehiştine. Niha nû nû kes digihîjin wekî Îbrahîm Seydo Aydogan, Salih Akin û çend navên bi vî rengî; ev jî bi alîkariya Enstîtuya Parîsê çêdibin. Ne wisa be Fransa bi xwe ji bo kurdî razemenî nake, kadroyan nagihîne. Ya Tirkiyeyê jî wisa be dê marjînal bibe, bikêr nayê. Lê li Tirkiyeyê bi mîlyonan kurd hene, vê daxwazê dikin, dikarin van beşan xurt bikin. Divê dewlet polîtîkaya xwe biguherîne, bêje memûrên min ku biçin herêmê divê bi zimanê wê herêmê bizanibe, wê çaxê ev ziman dê watedar be. Dema memûrek, bijîşkek, parêzerek, hemşîreyek, heta yên polîsiyê bikin jî wê bi zimanê wî gelî bizanibin. Wisa nebe fêdeyeke wê nîn e.
Zanîngehên taybet hene, mesela ya Bîlgiyê dixwaze kurdolojiyê veke...
Ev xal ji bo wan jî derbas dibin. Hemû zanîngehan li ser daxwaz û hewldana xwendekarên kurd pêk tê. Ew kom dibin, dersê dixwazin. Ji bo destpêkê wateyeke wê heye, lê di pêşerojê de stratejiyeke wê nîn be, çênabe. Di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de lê neyê nihêrtin dê encameke wê nîn be.
TRT 6 vebû, gelek nîqaş çêbûn. Hin li dij in, hinek ku ne bi tu siyasetê re ne jî wekî ‘xizmeteke ji bo kurdî’ bi nav dikin û diçin dixebitin. Em çawa binirxînin vê meseleyê?
Di vir de tiştek heye, kurd di serî de dij derneketin. Sîstemê kurd li derveyî vê pêvajoyê hiştin. Ev proje, bêyî kurdan hate meşandin. Dema çêbû jî ne dîtina kurdan hate girtin, ne di meclisê de hate nîqaşkirin, ne bi parlementerên kurd, saziyên kurd re hate nîqaşkirin. Gavek ji nişke ve avêtin, xuyabû dê têkiliya wê raste rast bi hilbijartinê re hebe.
Bi ya min kurd ne li dijî van gavan in, ew dixwazin ku ev gav ji dil bin, xizmeta çareseriya pirsgirêka kurd bike, wekî çareserî neyê nîşandan. TRT 6 pirsgirêka zimanê kurdî çareser nake, ger bi awayeke cidî û samîmî bê nihêrtin dikare di çareseriyê de dikare bibe gavek. Lê tu wekî çareserî nîşan bidî ji karê wê zêdetir dê zerarê wê hebe. Dewletê heta niha kurdî qedexe kir, niha jî dixwaze bixe bin pawana xwe. Em vê naxwazin. Wekî din hiqûq ji bo her kesî ye. Tiştên ku ji bo Tayyip Erdogan, ji bo TRT 6’ê maf bin ji bo min jî maf in. Ji bo vê divê rojeke berê rojekê bingeha wê ya qanûnî çêbe. Ev jî ev e; Divê di makeqanûnê de zimanê kurdî, çanda kurdî, nasnameya kurdî bê qebûlkirin, xala 42’yan ya makeqanûnê bê guhartin. Dîsa divê rêziknameya RTUK’ê bê guhartin. Hê di nava sîstemê de kurdî nîn e; ev heye ‘Vatandaşlarin gunluk yaşamda kullandigi dil ve lehçeler’.. (Ziman û zaravayên ku hemwelatî di nav jiyana rojanede bikar tînin) Yanê çi?
Wê rojê DTP’ê li pêş otobusê navê Wanê bi ‘W’yê nivîsî bû, der barê DTP’ê de lêpirsîn hate dest pê kirin. Lê Serokwezîr Erdogan bi kurdî axivî, dîsa TRT 6 tîpên kurdî bikar tîne... Tu vê çawa şirove dikî?
Ev hemû nakokî ne, divê ev nakokî ji holê rabin. Dewlet nikare weşaneke korsan bike. Dema hemwelatî, saziyên sivîl rewşeke fiîlî pêk bînin ev yek dibe ku xizmeta demokrasiyê bike, lê dewlet rewşeke fiîlî pêk bîne, qanûnên xwe bi xwe binpê bike li wir piranî tiştên ne qanûnî, dijî demokrasiyê pêk tên. Di vir de jî ger lîstik tunebe divê bingeha wê, qanûna wê bê çêkirin. Tiştê ku ji bo TRT 6’ê maf be, divê ji bo DTP’ê jî maf be. Dema ez navê zarokê xwe bikim “Bawer” û ez nikaribim li nifûsê bidim qeydkirin û dema TRT 6 li wê derê Bawer binivîse ev nakokî ye, divê dawî lê bê anîn.
Em dinêrin yên ku heta niha di TRT 6’ê de derketine pêş piraniya wan heta niha bi kurdî tiştek nenivîsandine, li ser kurdî nexebitîne. Niha wekî ku ew temsîlkarê kurdî ne, fêdeyê ji kurdî dibînin. Tu beşdarî vî fikrî dibî?
Gotineke heye, ‘Ji bo beqê di bin bîrê de dinya bi qasî ku dixuye ye’. Ji bo civaka tirk jî agahiya wan a li ser kurdan tenê tişteke bi tirkî xwendine ye, tiştên ku li tirkî hatine wergerandin. Ji bo wan jî tenê kesên ku tiştên kurdî li tirkî wergerandine, yan jî kesên bi tirkî li ser kurdan tişt nivîsandine kurdan temsîl dikin. Ji ber ku haya wan ji kurdî, çand, edebiyata kurdî tune ye. Dema edebiyata kurdî tê gotin çend pirtûkên Mehmed Uzun ku li tirkî hatine wergerandin, Antolojiya Selîm Temo dizanin, nivîsên Abidin Parilti dizanin. Ew nizanin ev çend sal in em di kovara xwe Zendê de çi nîqaş dikin. Yan jî nizanin Enstîtuya Kurdî ya Amedê çi dike, Komeleya Nivîskarên Kurd çi dike? Haya wan ji vê tune, dibêjin qey ev kes tenê kurdan temsîl dikin. Lê di rastiya xwe de van kesan heta niha bi kurdî tiştek nenivîsandiye, zêdetir tiştên kurdî li tirkî wergerandine. Mesela ji Muhsîn Kizilkaya re bibêje tiştek bi kurdî binivîse, belkî nikaribe. Belkî bi saya TRT 6’ê ew jî hîn bibe. Ez îdîa dikim ku Rojîn di jiyana xwe ya normal de bi kurdî nediaxivî, yan jî bi kurdiya gundê xwe dizanî, bi kurdiya nivîskî nedizanî. Têkiliya wê ya bi kurdiya nivîskî re piştî TRT 6’ê çêbûye. Nilufer Akbal jixwe bi kurmancî nizane, qetlîamê pêk tîne. Divê Nilufer bi kurmancî bernameyê çêneke.
Hûn zimanê TRT 6’ê wekî qetlîam binav dikin?
Na, ne hemî. Belê şaşî têde gelek in. Mesela Nilufer Akbalê Ali Surmeli derxistiye bernameyê her du jî bi kurdî nizanin, rewşek kambax e. Di TRT 6’ê de red û înkara kurdiya nivîskî heye, kelepora kurdan a sed salan, heta ger mirov ji Eliyê Herîrî dest pê bike ya pênc sed salî red dike. Dixwaze li ser tenê axaftinê, kurmanciya gundîkî weşanê bike. Divê kurmanciya nivîskî esas bigire. Wekî din hin bername ne têde kurmanciyeke îslamî li pêş e. Di gelek bernameyên xwe de digel ku Sînan îlhan got ‘em îdeolojiyan qedexe dikin’ lê TRT 6 zêde îdeolojîk e. TRT 6 îdeolojiya Fettullah Guleh heye. Li gor agahiyên ji me re tên jî di cihê sereke yê TRT 6’ê de Fettullah Gulenî hene. Wekî carekê Mesut Yilmaz digot ‘Emniyet hepsi F Tipi olmuş’ (emniyet hemû bûye F Tîpî), TRT 6 jî hinekî F Tîpî ye. Çend navên ji Nûbiharê çûne, yên kurd ne têde giraniya wan Fettulahî ne.
Hinek nav mînak Rojîn, mînak Nilufer ji bo bandorê li girseya welatparêz bikin hatine hilbijartin, dibe hin navên din jî hebin. Heke pergal cihê xwe rûne û hêviya xwe ji kurdên welatparêz qut bike dê temenê wan dirêj nebe. Zêdetir wê rengê olî li ser be, wê kurdên mihafezekar esas bigire.
Nîqaşa kurdolojî tê kirin, mamoste dê herin meaşê bigirin. Dîsa di TRT 6’ê de yên dixebitin. Mirov dikare bibêje pêşeroja bazara kurdî vedibe?
Heger bi awayekî samîmî nêzîk bibin, ger piştî hilbijartinê ev xebat marjînal nebe dê bi awayekî çêbibe. Lê bi vî awayî nameşe, yan dê TRT 6 demokratîze bibe, ev jî bi çareseriya pirsgirêka kurd dibe, yan jî wê ber bi paş ve biçe, rengekî îslamî bigire wê çaxê bandora wê ya bazara kurdî nabe. Bivê nevê tesîra desthilatdarî çêdibe, lê esas gel bi xwe ye, gel bi xwe vê bazarê geş neke, tenê bi subvansiyonên dewletê bazar geş nabe. Ji bo vê ez ji TRT’ê zêdetir ez hişyariya di nav kurdan de girîng dibînim. Meş û mîtîngên kurdan girîng dibînim. Ez dixwazim ev meş û mîtîng tenê di qada daxwaza siyasî de nemînin, di pratîkê de, di jiyanê xwe nîşan bidin, em jiyana xwe bikin kurdî û kurdiya nivîskî. Ji bo min tîraja rojnameyê girîng e, hejmara firotina pirtûkên kurdî girîng e.
Kurd niha di qonaxa hînbûna ziman de ne. Eleqeyeke cidî ji bo hînbûna ziman heye. Ev dikare tesîreke erênî li bazarê bike. Ji bo vê pirtûkên ji bo perwerdehiyê ne zêde têne firotin. Ez dikarim bibêjim di dîroka weşangeriya kurdî de herî zêde ferhenga Pîneyê hate firotin. Tenê çapa yekem 30 hezar kir û dûre çend çapên din kir. Niha ‘Hînker’a me derxistiye 10-11 hezar hatiye çapkiriye hema bêje qediyaye. Xebatên bi qelîte dertên, wekî çapkirina Şerefnameyê, berhemên Ehmedê Xanî, ev tiştên bi prestîj in, prestîja zimanê kurdî zêde dikin.
Niha sedî 90’ê kesên ku di TRT 6’ê de dixebitin berê haya wan ji kurdî tunebû, ji bo kurdî tiştek nekiribûn, piştî ku bazar geş bûye hatine xwe lê girtine. Wekî Rojînê, bi kurdî dizanî, kurdiya gundê xwe lê heta niha tiştek bi kurdî nenivîsiye. Kesên ku wergerê dikin hinek ji wan di kurdî de profesyonel in.
Ez dixwazim hinekî hilbijartin û ziman em biaxivin. Hûn wekî Enstîtu ji berendamên kurd çi dixwazin?
Bi ya min DTP’ê piştî diyarkirina berendamên xwe bigota em êdî qedexeyên li ser kurdî qebûl nakin, ev ne meşrû ye. Jixwe Serokwezîr bi xwe gotiye ‘Asîmîlasyon sûcê mirovhiyê ye’. Dîsa piştî Erdogan bi xwe bi kurdî xeber da şûnde ew qedexeyên li ser ziman, ew qanûn pûç bûn. Ji bo vê divê DTP’ê û berendaman bigota “Em van qedexeyan nas nakin, em qedexeya YSK’ê jî nas nakin, em bi kurdî propagandaya xwe dikin. Çi doz vedikin bila bikin.’ Lê mixabin ev nehat kirin. Helbet di pratîkê de ev yek têne kirin lê xwezî bi awayekî navendî bihata kirin.
Wekî din divê em, siyaseta me di jiyanê de kurdî bike serdest. Gel bi xwe divê civat xwedî li kurdî derkeve. Helbet em wekî CHP’ê nabêjin bila dewlet neke. Dîsa wekî hin kurdan ez nabêjim çima dewlet dike, ev ne rast e. Wezîfeya dewletê ye ji ber ku dewletê 80 sal in ev ziman qedexe kiriye, li paş hiştiye. Îro çi ji bo tirkan dike divê ji bo kurdan jî bike. Bacê ji her kesî digire, wê çaxê divê bike. Lê em qedera zimanê xwe ji bo dewletê nahêlin. Ji bo vê saziyên ku xwedî li zimanê kurdî derdikevin dê her hebin, divê hebin û geştir jî bibin.
Berî destpêkirina propagandayê berendam bên, hûn çend rojan dersê bidin wan... Daxwazeke wisa nîn e?
Niha tiştek wisa nîn e, lê em wekî TZPKurdî bangeke me hebû yên ku bi kurdî nizanibin li Kurdistanê berendam neyên nîşandayîn. Em wekî nijadî lê nanêrin. Bila tirk be, lê divê bi kurdî bizanibe. Ger li wê derê kar dikin divê bi zimanê wî gelî bizanibin. DTP’ê xalek wisa danî bû, ‘Yên berendam qet nebe divê soza hînbûna kurdî bidin’ danîbû, emê vê bişopînin. Têkoşîna me ne li dijî asîmîlasyonê, li dijî oto-asîmîlasyonê ye jî. Li ku derê bixwazin em dikarin mamosteyan bişînin. Jixwe me ji gelek berendaman re jî gotiye, hûn bixwazin em dikarin alîkariya we bikin. Ji ber ku însan li we dinêrin, însanên me we wekî model digirin jixwe re. Em divê Xweseriya Demokratîk di fiîliyatê de pêk bînin. Mesela çima Şaredariya Amedê Akademiya Zimanê kurdî veneke. Bila veke, bila bigirin. Wê çaxê sîstem bi xwe dê xwe rezîl bike. Dîsa berî rojekê divê em li Tirkiyeyê jî televîzyonekê vekin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.