Ji bo zarok ji zimanê xwe yê zikmakî þerm nekin
Muharrem Erbey*
Kurê min, Robînê min, bila 12 saliya te hizûr, dilþadî û rojên ligel bavê te ji bo te bîne. Ez dixwazim tu qet ji bîr nekî ku ez ji te, diya te Burçîn û birê te Rober ji canê xwe zêdetir hez dikim. Dema çar sal berê ez hatim girtin, min ji diya te re gotibû, dema bipirse, bibêje "Bavê min çima girtiye?" jêre bibêje: "Li Komeleya Mafên Mirovan ji ber ku alîkariya mirovan kir hat girtin." Tu her pirsan bipirse kurê min. Tu û zarokên din ji bo tiþtên em jiyan careke din nejîn ez li vir im. Ji bo min alîkariya kesên daxwaza heq, hiqûpê kirin û ji ber vê yekê hatin çewsandin, mexdûr bûn, ji bo alîkariya ev mirovên mezlûm; ji bo leþker, polîs, gerîla, cerdevan hev nekujin; ji bo min got bila mayîn neteqin, ji bo kirinên wisa min rexne kirin, ji ber min þaþî raxistin ber çavan, ji bo zarok nemirin, ji bo min got bila aþtî çêbe ez li vir im.
Kurê min ê delal Robîn, di zemanên berê de bavan, dema kurên wan diketin 12 saliya xwe digirtin dibirin ser çiyayekî, ji bo xwezayê, daristan û çiyayan baþ nas bike û hurmet nîþan bide, ji bo ew di nav lihevkirinê de bijîn hemû kîteyên li ser jiyanê pêre parve dikir. Ez jî dixwazim zanîna xwe bi te re parve bikim. Guh bide min kurê min. Xeyal bike ku ez û tu, ber bi êvarkî, li ser girekî, di bin dareke berû ya mezin de rûniþtine; ba tê, li hewayê çivîk difirin, bifikire ku li daristanê dengê xiþîna daran û dengê bayê tê. Dengê kenên zarokên gund, yê berxikên diçêrin, yê qazan, elokan, dengê kûçikên zarok ketine dû wan tê; wan hîs bike û guh bide min. Rûyê sorbûyî yê dayikên li ser tenûrê nan çêdikin, dengên cur bi cur ên li xwezayê, bêhn, ronahiyên cur bi cur, kesk, zer, hêza mezin a xwezayê bifikire.
Zarokatiya min
Ey kurê min, nifþê me yê li navika salên çil î, di bin ronahiya çirayê de, di þevên ku tarî bi ser me de dakiket û her tiþt winda dikir, di wan þevên bê elektrîk de, me guh dida çîrokên kurdî yên bi cin û periyan û bi vî awayî em mezin bûn. Me ji hestiyên mihan kap çêdikirin û di avêtin hewayê, ji têlên zingarîn me kamyon, erebe, ji çamûrê xar çêkidir û bi coþ me bi wan dilîst. Li Amedê, li Sûrîçî li mala me ya ji kevirên bazaltê di bin ronahiya lembeya bi gaz pêdiket de, em malbat me bi hev re nan dixwar, li nav nivînên li þaneþînê hatine raxistin de ligel birên xwe, me li stêrkan temaþe dikir û em radizan. Dema me ew qas dirêj lêdinêrî, stêrkan êdî bi me re xeber dida. Ligel bavê min, me bi dizî li stranên kurdî yên di Radyoya Yêrîwanê de dihatin gotin guhdarî dikir. Paþê me bar kir Baglara ku rezên wê bêser û ber bûn û li nav koþkek hebû. Dema di sala 1974'an de min dest bi dibistana seretayî kir diya min ji min re got: "Layê min li mektebê Kurmancî xeber nede û nebê ez Kurd im.”
Kurdiya ku li mal me pê xeber dida çima li dibistanê qedexe bû? Pirsa yekemîn ku dihat bîra min ev bû. Min ji diya xwe ya ku hatibû civîna malbatan a ku bi kurdî xeber dida, çarþefa reþ li xwe kiribû, lastîkên naylonî di lingên wê de, min ji wê, ji fistanê wê yê gulgilî û yê pînekirî þerm kir. Ji bo ku tu ji zimanê xwe yê zikmakî þerm nekî ez li vir im. Ji bo zarok ji zimanê xwe yê zikmakî þerm nekin divê di cih de aþtî çêbe.
Bila zikê zarokan têr be
Li ber ronahiya lembeya bi gazê pêdiket min xwe dirêj dikir û sparteya xwe ya malê çêdikir. Em dicemidiyan, em pir dicemidiyan. Ez 12 salî bûm, dema diçûm dibistana navîn tenê pantoleke min hebû. Di sibeheke zivistanê de ez rabûm, pantola min a hatibû þûþtin ziwa nebûbû. Ligel ku ew þil bû min li xwe kir, ez ketim ser rêya dibistanê, bayê dema li çongên min, lingên min dida ez diqerisiyam. Rê ew qas dirêj bû, ew qas dirêj bû ku min digot qey ez diçim wî aliyê din ê dinyayê. Piþtî demekê êdî lingên min qerisîn. Li nava kolanê dema ez dimeþiyam miza min hat. Dema ji nav pêlavên min ên reþ lastîkîn ava zer herikî û dûman jê bilind bû hêstirên min hatin xwarê. Ji bo yê hemû zarokan du, sê pantolên wan hebin, ji bo ew necemidin ez li vir im. Ji bo zikê zarokan têr bibe û ew necemidin divê di cih de aþtî çêbe.
Piþtî ji mala me ya li qala jêr a du odeyî, li wê mala me ya bi nêm, ez çûm ber destê berber xebitîm. Ji bo mêþ li ser xwe daneynin û qirêj nebe min pembû li qutiya pûdrayê dida û li camekanê dida; wê çaxê ez derketibûm ser kursiyê, bi ser pêçîkan de min xwe bilind dikir, bavê min ji wir derbas dibû, li min nêrî. Dema ez hê zarok bûm ez yek ji wan bûm min dikir mezin bibim. Bavê min nîþan kir, got "Were." Bi bazdanê ez çûm. Ji min re got: "Here ji hostayê xwe re bibêje ji bo bavê min bi lezgînî 100 lîra lazim e, piþtî cejnê ezê bidim wî." Ez çûm min got, hostayê min bi ufî û kufî derxist pere da min. Min bir bi ken da bavê xwe. Tu û zarokên din ji bo nexebitin û bixwînin, ji bo hûn li parkan ji xwe re bilîzin ez li vir im. Ji bo zarok pûdrayê li camekanan nedin, ji dêvla wê lîstikan bilîzin divê di cih de aþtî çêbe.
Bila zarok pirtûkan bixwînin
Wê salê, yanê dema ez 12 salî bûm, pirtûkên ji bo xwendina li betlaneyê anîn dibistanê. Min pere ji bavê xwe xwest. Bavê min ê ku serê sibê diçû kar û êvarê saet 5'an de dihat malê got: "Niha li cem min nîn in, lê ezê hel bikim." Serê sibê dema ez rabûm pere li ber balîfa min bûn. Di jiyana xwe de yekemîn pirtûka xwe bi kêf min girt û ez hatim malê. Êvara din, êvara din jî, min qet nedît bavê min dihat malê. Serê sibeyan lingên xwe yên werimîn dixist nava teþta ava germ. Dema bi diya min re xeber dide gotina qehwexaneyê min bihîst. Wê êvarê ez ji mal derketim, dema ez çûm ber qehwexaneyê li qorziyê min dît ku ji bo bavê min pereyê pirtûka min a ji bo betlaneyê derxe li qehwexaneyê dest bi kar kiriye. Min dixwest ez herim xwe bavêjim hembêza wî, bigirîm, lêborînê jê bixwazim, lê min nekarî; ez, serî li ber vegeriyam mal. Careke din êdî min tiþtek ji bavê xwe nexwest. Ji bo zarok bikaribin pirtûkan bixwînin divê di cih de aþtî çêbe.
Piþtî demekê elektrîk hatin, çira, lembeyên bi gaz pêdiketin li kîleran veþartin. Texsiyên dirêj ên bi markeya Impala hatin Amedê. Êvaran, li Sûrîçî, kuçe, bi zarokên ku tebeqeyên xwarinan bi wan re, wan dibir û dianîn tije dibûn. Ji bîr neke kurê min, tiþtê ku mirov dike mirov, bi hev re tevgerîn e. Ê me pêdiviya me bi me heye; malbat, heval, civak dema bi hev re tevbigere dê xurtir bibe. Paþê teknolojî bi lez pêþket, televîzyonên rengîn, kompîtur derketin, em bi lez derbasî serdema agahî, zanist û fezayê bûn. Di vê navberê re me hevaltî, ji hestiyan çêkirina kapan, dostanî, piþtgiriya hev, ji bo hev þandina xwarinê ji bîr kir. Têkiliyên cîrantî kêm bûn. Her tiþt bû berjewendî. Dikanên li taxan hatin girtin, pêþî marketên mezin, dûre AVM vebûn. Her der bû beton. Park, kuçe ji destên me çûn. Jiyaneke ku tenê li kuçeyên hunerê, AVM'yan derbas dibe pêþkêþî me kirin. Cejnên ku rû bi rû me hev didît me guhartin bi þandina peyamên ji telefonên destan; me dest bi ji bîr kirina dostanî, xweza, mirov, dar û temaþekirina stêrkan kir. Her tiþt gelek bilez guherî, pir bilez. Serê min gêj bû. Me tiþtên berê jî, yê nû jî bilez dît, tehm kir. Min ji van hemûyan ders derxist. Ez van radigihînim te jî. Ji bîr neke em hê li ser wî girî ne; ba, daristan, sewal, deng, zarokan ji bîr neke.
Her pirsan bipirse
Ey kurê min, pêþî xwe nas bike, tu kî yî? Tu ji ku hatî, ziman, çand, dîroka xwe bixwîne, nas bike, li nava xwe binêre, jîrbûnî, kêmasî, aliyên te yên pêþ dikevin wan kifþ bike. Dema te ev kirin qet ji þaþiyên ku tu bikî metirse. Di jiyanê de bêyî kirina þaþiyan tu tiþtekî nikarî hîn bibî. Dibe tu bikevî, netirse, rabe ser piyan. Divê yê her kesî li gor wî rêwîtiyeke wî hebe, ji bo vê yekê xwe amade bike. Guh bide xwezayê. Li stêrkan temaþe bike, guh bide dengên ku êvaran tên, ger tu bixwazî guh bidî xweza dê hemû razên xwe ji bo te vebêje. Li gor jîrekiya te bila hêviyên te hebin. Karê ku tu bikî hezkirin û rihê xwe lê bike. Karê ku dilê te bi gurmînî jêre lêde hilbijêre. Bila dostên te yên rastîn bin, lê bila hindik bin. Bixwebawer bûn ji IQ'yê girîngtir e. Bi serbilindî bimeþe, bila dengê te xurt derê, nebe nermofis, lê nebe êrîþkar û qure jî. Bila jinek te ya tenê ya tu pir jê hez dikî û qîmetê didî, û bila karekî te yê tu bi hezkirîn dikî hebe.
Ey kurê min, li jiyanê her pirsan bipirse. Di dema ku hin me ber bi civaka her xerc dike dehf dide de, çima di rojekê de 24 hezar kes ji birçînan dimirin? Çima li her derê komkujiya xwezayê heye? Çima çavkaniyên avê kêm dibin, her der dibe beton, qadên kesk çima kêm dibin? Hin kes çima her gav mafdar in? Çima nifþê sewalan bilez têk diçe?
Mirovên din bi qîmet in
Ey kurê min, ji ber hin kes zêdetir pere qezenc bikin, ji bo jiyaneke baþtir bijîn û ji ber çavbirçîtiya wan dinyaya me ji destê me diherike diçe. Hemû reklam ji me re dibêjin: "Zêdetir xerc bike." Em veguherîn bûn nifþek ku her xerc dikin. Li mirovên birçî, li mirovên di lingên wan de pêlav tunene bifikire û li gor vê yekê xerc bike. Çavkaniya xwe ya feyzê, jîrekiya di nava dilê xwe de kifþ bike. Normal e kêmasiyên te hebin lê qet destûrê nede kêmasiyên te bibin hakimên te. Di her nefesê de bi hîskirinê jiyana xwe bijî. Ev jiyan diyariyeke ji bo me hatiye pêþkêþkirin, emê wê çawa bijîn di destên me de ye. Ji bîr neke herî zêde alîkariya bê berjewendî mirovan dilþad dike. Di jiyanê de bila armanceke te hebe. Tiþtek bike lê ya herî baþ bike. Mirovên din bi qîmet in. Tu baþ bi wan re demê derbas bikî, dê ji bo te jî baþ be. Tu têkiliyeke bi xirecir bi mirovan re saz bikî, tuyê jî bikevî nav xirecirê. Her tiþtî bi zanebûn bijî, bi kûrahî li bûyeran binêre. Mirov guhê xwe nede hin tiþtan, lê bikene û here dê ji bo mirov baþtir be. Demeke bi qelîte û bi berhênan derbas bike. Bi berhênan bixwîne, ji dil, dersa ku li ser hînbûnê çûbibe bixebite; sporê bike, bi têra xwe av û dewê vexwe, ji nav parsûyên xwe ji kûrahî ve nefesê bigire. Dinya cihê tehemûlkirinê ye. Bi sebir û bêhnfireh be. TV, kompîtur û telefona destan bi sînor bikar bîne. Bi qasî ku pêdiviya te pê hebe bila tiþtên te hebin. Çiqas tiþtên te hebin ew qas tu girêdayî wan dimînî. Pesnê mirovan bide. Pêdivî pê dîtin, pesindayîn muhîm e.
Bi diya xwe re biaxive.
Ey kurê min, bêyî berjewendî ji mirovan hez bike, li hemberî wan bêeleqe nemîne. Xirabiya herî mezin ku mirov li kesek bike ew e ku mirov li hemberî wî/ê bêeleqe bimîne. Eleqenîþandayîn hemû deriyan vedike. Eleqeya xwe ya li hemberî kesên tu ji wan hez dikî, ya ji bo giyaneweran, tiþtan û xwezayê kêm neke. Kurê min, niha tuyê ji aliyê biyolojîk û hestê ve biguherî. Dê dengê te qalind be, di rûyê te de wê pirzek derên, tuyê li hemberî her tiþtî bi reaksiyon nîþan bidî, tuyê kesî neecibînî, tuyê li hemberî her kesî, her tiþtî serî hildî. Tuyê pir hestiyar bî, gelek tiþtî ji xwe re bikî derd. Dê pirsgirêkên te bi malbat û hevalên te re çêbin, tuyê evîndar bibî. Tuyê her hestî zêdetir bijî, reaksiyon nîþan bidî, dilê mirovan biþkînî, tuyê bibî kesek îlelah jê tê kirin. Bila çend hevalên te yên nêz ku tu her tiþtê xwe bi wan re par ve bikî hebin. Bi diya xwe re biaxive, çi bê bîra te, bêyî þerm bikî jê bipirse, ger ez derkevim tu dikarî bi rehetî ji min bipirsî. Þerm neke, zarokên ku nêzî dê û bavên xwe bin, bi hêsantir dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Berî ku tu tiþtek bikî çend saniyeyan bifikire, encamê texmîn bike, wisa biaxive/bike. Ji bîr neke ku tevgerên te yên lezgîn dê zerarê bidin te. Di salên xwe yên balixbûnê de xort zêdetir bi xirûr tevdigerin. Ez bibêjim qet wisa neke jî ez dizanim tuyê bikî, lê qet nebe zêde neke.
Rojbûna te pîroz be
Kesên ku bi xetayên xwe henekên xwe bikin ew kes mirovên xurt in, tu jî, dema te xetayek kir henekên xwe pê bike. Sergiran be, hîn bibe ku guh bide mirovan. Qîmetê bide wan. Ne kesên pir diaxivin, yên ku tije diaxin tên hezkirin. Dema êvarê tu hatî malê li tiþtên te kirine bifikire. Gelek pirtûkan bixwîne, zanîna xwe pêþ bixe. Hestên xwe yên ji dil li defterekê lê bike, kêmasiyên xwe, planên xwe yên li ser pêþerojê. Carinan rûne, wan bixwîne. Hîn bibe ku tu ji wan dersê derxî. Ji bîr neke em hê li ser wî girî ne, em guh didin bayê, li wê derê li benda min be. Ezê bi bazdanê ber bi te ve werim.
Ey kurê min, bila tu þika te tunebe ji bo hûn dilþad bibin bêyî bifikirim ezê her tiþtî bikim. Ez te, Rober û diya te Burçîn ku ez ji canê xwe zêdetir jê hez dikim hembêz dikim, ez ji eniya te te maçî dikim, bi hesreta bêhna te ez te pîroz dikim.
Rojbûna te pîroz be.
Bavê te.
* Serokê berê yê ÎHD'ya Amedê, ji berfanbara 2009'an ve ji doza KCK'ê girtiye
Têbinî: Muharrem Erbey ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji bo kurê xwe yê ket 12 saliya xwe nameyeke rojbûnê þandibû ku ev name di Radikal Ýki (13.10.2013) de hat weþandin.
Wergera ji bo kurdî: Cemil Oguz