Diyarname
Weşanxaneya Avestayê çar jê di bin navê Hêlînê de yê zarokan çend pirtûkên nû pêşkêşî xwendevanan kir.
Weşanxaneya Avestayê di sala 2009'an de dest bi pêngaveke nû ya derxistina pirtûkan kir. Heta niha weşanxaneyê hin jê yên ji bo zarokan gelek pirtûk derxist. Ew derxistina pirtûkên xwe didomîne. Vane pirtûkên ku di vê kêliya dawî de hatine weşandin:
Torin Arîstokratên Serhedê
"Torin Arîstokratên Serhedê" pirtûkeke lêkolîner Rohat Alakom e ku li ser dîroka malbata Torin agahiyan pêşkêş dike, ji aliyê cografîk ve jî qala cihê ew lê dijîn dike. Mehmet Ali Aslan di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: "Serpêhatiya malbata Torinan beşekî dîroka coxrafya ku kurd lê dimînin, pêk tîne. Torin eşîrek nîn e, qebîleke an jî malbateke begzadeyan ya li ser eşîran e. Ev malbata ku di qesrên osmanî, rûs û îranî de hurmet dîtiye, ji ber pêwendiyên xwe yên fireh bi der ve, angorî eşîrên kurd yên mayin xweyê kultureke pêştatir bûne. Ji ber vê yekê navê Torin di nav kurdan de dest pê kir ji bo beg û kesên kîbar, ji bo serkarên eşîran û malbatên esilzade hate bi kar anîn. Wek mîsal Torina Mala Kosa, Torina Mala Şero, Torina Kaska, Torina Beyrî... Peyva Torin ji bo nasandina malbatên begzade hatiye bi kar anîn."
Torin Arîstokratên Serhedê / Rohat Alakom / Lêkolîn / 144 rûpel (40 rûpel albûm)
***
Pirtûkek rexnegiriyê: Bendname
Yek ji rexnegirên kurd Remezan Alan e. Alan vê carê bi pirtûkeke rexnegiriyê, bi "Bendname, li ser rûhê edebiyatê" li pêşberî xwendevanan e.
Di nav kurdan de mijara rexnevaniyê zêde nîn e. Tiştê heye jî bi sînor e. "Bendname" kedeke cihêreng tevî rexnegiriya kurdî dike û bendên balkêş pêşkêş dike.
Edebiyat an karê nivîsa hunerî, madem ne di postê “bersiv”ekê de, di yê “pirs”ekê de rohnî dibe, madem ji her hînkirin û şahidiyê dûr e, madem heqîqet ji bo wê tenê hincetek e, nexwe lazim e xeta kurdî xwe ji her cure wezîfedariyê xelas bike. Na, nexwe ew dê tu carî ji berterefkirina kêmasiyekê rizgar nebe û pêsîra xwe ji destê pêşengxwaz û nivîsendeyên îroyîn xelas neke.
Ev kitêb, ne xebateke yekpare ye. Lê ne keskesorek e jî. Derbarê çand û edebiyata kurdî de, ji çend bendan pêk tê. Lewma navê wê Bendname ye.
...Bendname xebateke tematîk e. Ji ber ku nivîsên wê, guldesteyek in. Di hilbijartina wan de taybetiyên wek tîpîkî û temsîlkarî li ber çavan hatine girtin.
Hêvî ew e ku ev bend, ji bo rexneya ku her kes ji “tunebûna wê” gazindan dike, bibin destpêkek.
Bendname, Li ser rûhê edebiyatekê / Remezan Alan / 312 rûpel
***
Ji bo zarokan du pirtûkên alfabeyê
Du kitêbên alfabeyê ji Hêlîn
Pirtûka Kamiran Alî Bedirxan "Elfabeya Min" û ya Mustafa Uzun "Alfabe" ji Hêlînê derketine. "Elfabeya Min" Bedirxxan cara yekem di sala 1938'an li Şamê di nav "Kitêbxaneya Hawar / Hejmar 11" de çap bûye û wekî yekem alfabeya kurdî a latînî tê qebûlkirin. "Elfabe’’ya Bedirxan ji 32 rûpelan pêk tê û di çapa nû a Hêlîn de taybetiyên çapa yekê hatine parastin û kitêb wekxwe hatiye çapkirin.
"Alfabe’’ya Mustafa Uzun jî ji 104 rûpelan pêk tê û wêneyê wê ji aliyê Wolf Dieter Kopfer ve hatine çêkirin.
Taybetiya vê pirtûkê ew e ku alfabeya ji tîpa D'yê dest pê dike. Belê, ne ji A'yê ji D'yê dest pê dike û bi awayeke balkêş, belkî jî tevlihev li gor kurdên Bakur didome.
Elfabeya Min / Kamiran Alî Bedirxan / 32 rûpel
Alfabe / Mustafa Uzun/ 104 rûpel
***
Kûsî Ofof bûkê bi kû ve dibe?
Zarokno! Nebêjin va ye bûk lê kanî zava?
Zava jî li wir e. Hûn nabînin? Bidin pey Kûsî Ofof, ew ê we bibe dinyayeke din…
Çîrokek kurdî a gelêrî bi navê "Of Of" ji aliyê Şukran Çaçan ve ji nû ve hate nivîsandin û wênekirin û di nav weşanên Hêlîn de ku li ser weşanxaneya Avesta ye û tenê kitêbên zarokan bi kurdî çap dike, derket. Kitêb ji 32 rûpelan pêk tê.
Of Of / Çîroka Gelêrî / Nivîs û Wêne: Şukran Çaçan / 32 rûpel
***
Zarokê ku vê kitêbê bixwîne ê kêm goşt bixwe
Qaz û werdek êdî ne li golan, dîk û mirîşk ne li hewşan, berx û karik, bizin û mî, beraz û ga ne li deşt û newal û zozanan diçêrin. Ev hemû heywanên ku berê şirîkê jiyana me bûn vêga ji ber çavê me dûr dijîn. Ew êdî di çewligên gelek mezin û xirab de bi êmên tije hormon tên xwedîkirin, tenê ji bo ku qelew bibin û zêde goşt bidin. Em wan tenê navkî nas dikin bê ku bizanibin çawa hatine xwedîkirin û çi hatiye serê wan, beriya ku wek goşt bên ser sifra me. Ew goştê ku dibê sebebê gelek nexweşiyan.
Zarokno, mezinno! Hûn dizanin ku firotina goşt her sal li Kurdistanê du qat zêde dibe?
Fermo bidin dû Qijik Lolîta, ew ê we li zindanên serdem bigerîne û çi tê serê heywanan ê nîşanî we bide.
Bexçeyê Heywanan / Nivîs: Ghislain Zuccolo, Wêne: Nicolas Hunerblaes, Wergera ji fransî: Sacha Ilitch / 32 rûpel