Diyarname
Ji bo Lîga 2'yem û 3'yem ku tîmên kurdan jî di nav de dilîzin pişke hat kişandin. Amed Spor ku îsal di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de ye maça xwe ya yekemîn li Samsunê dilîze.
Amed Spor diçe deplasmanê
Di Lîga 2'yemîn de 36 tîm hene, 18 jê di nav Koma Spî, 18 jî di nav Koma Sor de ne. Demek berê ji bo sazkirina koman pişke hatibû kişandin û Amed Spor ketibû nav Koma Spî. Niha ji bo fîkstura Lîga 2'yemîn û Lîga 3'yemîn pişke hat kişandin. Li gor pişkeyê Amed Spor maça xwe ya yekemîn dê li Samsurê ligel Samsûnsporê bilîze. Maç 2'yê meha rezberê dest pê dikin.
Tîmên kurdan ên Lîga 3'yemîn
Di Lîga 3'yemîn de jî 3 kom hene. Ji tîmên bajarên kurdan Batman Petrol SPor di Koma 1'em de ye û maça xwe ya yekem li mala xwe ligel Karbel Karakopru Belediye (tîma ji Rihayê) bilîze.
Di Koma 2'yem de Van Beleddiye Spor dê Karşiyakayê bike mêvan.
Di Koma 3'yem de Dîyarbekir Spor, Cîzre Spor hene. Dayerbekir di hefteya yekem de dê GolcukSporê bike mêvan, Cîzre Spor jî dê Payas Sporê bike mêvan.
Maçên van koman jî 2'yê meha rezberê têne lîstin.