Janda Serfiraz
“Ew evîn bûn ku di rûyê jiyanê de lîstikek bêdawî bû.
Gava singû belav dikin pihêtên êgir,
Yekî dest bi gotinê kir.”
Albert Camus
Ewrên rûtirş dagirtine esmanê dilê min. Di vê germa havînê de payîz hatiye dilîstanê. Li bin hûrbaranek de bi gavên biçûk dimeşim di kolanên dilîstanî de. Di kolanên dilê xwe de rastê şûnpêyên te hatim. Kolan bi kolan meşa xwe ya warê dilîstanî de didomînim. Mêrikek gulesorên hişk diçine û difroşe. Hişkebayek hemû gulên mêrik dide ber xwe û belav dike. Kolanek da rast dilek avisê evinek mirî têm. Lorîkan dilorîne ji evîna xwe a mirî re:
“jiyana min a nîvco mayî
Helbesta min a bêpeyv mayî
Strana min a bê newayî
Nameyê min ê nexwandayî
Tu ezîzê ber dilayî de rabe de rabe.”
Qêrina dilê reben serêşek dêxe serê min. Bi gavên lez dimeşim ku dûr bikevim ji vê hewarê. Di kolanek tarî de hêvî têne veşartin. Rûyek nediyar derewan boyax dike. Bi diziya tîrojên rojê germahî dixe nav gotinan, serbilindî pêşkeşê min dike.
Pîrekek çîrokên bêguhdar qise dike li ser kavilên şewitî. Bi gotinên xwe ji nû ve agir ber dide kavilan. Destarek bi qasî xaniyek di nava kavilê de ye. Dipirsim çima ew qas mezin e.
Pîrê dibêje: “Ji bo hêrana bîranînan e ev destar. Çi qas bîranînek dihêrim çîrokek vedibêjim. Bi vegotina çîrokê re agir li vî warî dikeve. Çi tiştê dikeve ber dişewitîne diçe. Lênenêre ku baran dibare qîza min, ev baran barana jehrê ye. Ma tu nabînî şûna vemirandinê êgîr gurtir dike. Jehr e jehr!”
Bi gotina pîrê ya dawî re ba û bahozek rabû. Bîranîn bela wela kir. Pîrê pê bîranîna ket ez jî ber bi kolanek din ve ketim rê. Gotinên pîrê mejiyê min tevlihev kiribû. Bi vî tevliheviyê min geşta xwe domand.
Kolanek pir ecêb derdikeve pêşberê min vê carê. Kolan diricife, dilerize. Dipirsim ji darê kolanê. Ka çima ev kolan hinde lerzok e. Dar dibêjin ku “xeyal hatine darvekirin. Ma tu termê xeyalên bêgor nabînî. Pêşeroj sêwî ma; ricifîn, tirs û lerzîna vê kolanê hemû ji ber vê ye.”
Çi warek ecêb e. Gelo tiştên min dîtin xewnerojk in an ev cihê ez lê digerim alemek din e.
Baran êdî bi şid dibariya. Lehiyek rabû û ez di nav lehiyê de ketime nav zeryayek zerîn. Barana ku hênikahî dide niha bi jehra xwe agirê belav dike. Zerya zerîn bi peşkên barana jehrê şewîtî, ez jî di nav de. Niha her der kavl û bermirin e. Ez jî bîrindar rêya derketinê digerim. Nizanim ji vê dojehê çawa xelas bibim. Barana bijehr hêj dibare. Ez rê windayî wekî dînan li derdora xwe dinêrim. Çi qas dikarim dikim qêr “ jehrê, an min bikuje ku xelas bim ji destê te; an jî dûr bikeve ji min ku xelas bim ji destê te*”
*Hemîd DILBIHAR(Piştî tu çûyî)
***
Nivîsa Janda Serfîraz a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:


