STENBOL
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku rawestîna vekişîna gerîlayan ji ber gavneavêtina hikumetê derketiye holê û destnîşan kir ku dewamkirina agirbestê firsendek e.
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya li ser stratejiya beşdariya li hilbijartinên herêmî de, bersiva pirsên rojnamegeran dan. Kişanak biryara îro ya KCK'ê ya rawestandina vekişîna gerîlayan nirxand û got ku ev pêvajo ji mêj ve ye diyar bû dê wisa be.
Kişanak wisa got, "Me berê jî bi gelek daxuyaniyan hişyarî dan hikumetê. Me diyar kirin ku tengezariyek, rewşeke xetimandî li holê heye û me ji hikumetê xwest ku gavên ewle biavêje. Lê mixabin; hikumetê berpirsiyariyên xwe bi cih neanî. Di helwesta hikumetê de tu guhertin çênebû."
Kişanak ragihand ku pêşvebirina pêvajoyê ne tenê bendewariya KCK'ê ya tevahiya raya giştî ya Tirkiyê ye û got, "Em hêvîdarin ku hikumet dê ji niha û pê ve berpirsyariyên xwe bicih bîne. Pêşvebirina vê pêvajoyê barê her hesî ye."
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak destnîşan kir ku divê ev biryara KCK'ê wekî hewldaneke teşwîqkirina hikumetê ji bo gavavêtinê bê dîtin.
Kişanak anî ziman ku dewamkirina agirbestê, derfetan dide rêveçûna pêvajoyê û wiha peyivî: "Di mijarên azadiya nêrîn û ramanê, qanûna têkoşîna li dijî terorê û qanûna partiyên siyasî de me gelek caran daxwazên xwe yên guhertinê rêz kirin, lê hikumetê guh nedan van daxwazan. Dema me ev dixwestin, têkoşîna me ya civakî her roj li kolanan rastî zora polîsan dihat. Bi hezaran siyasetmedarên kurd hê li girtîgehan tên ragirtin. Serokwezîr bi gotina 'zimanê dayikê dê perçe bike' li zimanê xwe yê statukoparêz û kevin vegeriya. Hê berî çend rojan gorên gerîlayan hatin xerakirin. Cenazeyek ji gorê hat derxistin. Ev hemû li dijî pêvajoyê provokasyon in. Guhertina vê biryara gerîla û dewamkirina vekişînê hêsan e. Dewamkirina agirbestê firsendek e. Divê em li ser erêniyan biaxivin. Pêvajo bi tena serê xwe nameşe."
Îro biryara rawestandinê hatibûn dayîn
KCK'ê biryara rawestandina vekişîna gerîlayan bi awayekî fermî ragihand û îro ev nûçe hat belavkirin. Li ser vê yekê rojnamegeran pirsên xwe arasteyî Kişanak kirin. Her wiha li Tirkiyeyê niha nîqaşa dê pêvajo ber bi ku ve biçe dest pê kir.